Li Fransayê li dijî serokê nîjatperest xwepêşandan

Li bajarê Nantes ê dikeve rojavayê Fransayê, di navbera polîs û hezara kesên li dijî mîtînga serokê nîjatperest Marîne Le Pen daketin kolanan de şer derket.

Ji beriya mîtînga Marîne Le Pen a li salona Zenîth a Nantesê lidar bixe, ji aliyê hezaran kesên çepgir, komên anarşîst û sendîkayan ve xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin.

Çalakgerên ku pankarta “ Me Rê Nadin Faşîzmê” vekirin, ji bo çalakiya ku wê 2-3 hezar kes beşdar bibin nêzî 600 polîs li nava bajêr ketin tevgerê. Di navbera xwepêşandan û polîsan de cih bi cih şer derket.

Polîsan diyar kirin ku çalakger bi kevir û boyaxên bi reng êrîşî wan dikin û wan jî bi bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kirine.

Serokê Eniya Netewî ya Nîjatperestan (FN) Marîne Le Pen, tevî ku ji ber fona şêwirmendiyê ya parlementeriya Parlemetoya Ewropayê (PE), ji bo xebatkarên partiyê bê bikaranîn ketibû rojevê jî ji bo hilbijartina serokkomariyê di tura yekem de favoriye.

Di rewşa heyî de ku li pêşberî Le Pen eger ji çepgir û Navend-Liberalan ti namzet neyê nîşandan, tê pêşbînîkirin ku di tura duyemîn de jî ji sedî 45 dengan bi dest bixe.