Li Elmanyayê meşên ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê

Li bajarên Elmanya Koln, Dortmûnd, Stûttgart û Essenê meş hatin lidarxistin û di salvegera 37. a damezrandina PKK'ê de bang li Elmanyayê hat kirin ku qedexeya li ser PKK'ê rake.

Li bajarên Elmanya Koln, Dortmûnd, Stûttgart û Essenê meş hatin lidarxistin û di salvegera 37. a damezrandina PKK'ê de bang li Elmanyayê hat kirin ku qedexeya li ser PKK'ê rake.

KOLN: Kurdistaniyên li Kolnê dijîn, bi armanca şermerzarkirina qedexeya li ser PKK'ê daketin qadan. Kurdistaniyên li Ebertplatzê hatin cem hev bang li hikûmeta Elman kirin, ku qedexeya li ser PKK'ê rake. Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedarên Kurd Ahmet Çelîk, Alî Ozel, Bedrettîn kavak, Mehmet Demîr, Metîn Aydin û Abdullah Şen ên li Elmanyayê girtî ne, hatin hilgirtin û ji dewleta Elman hat xwestin ku bes Kurdan krîmînalîze bike. Di axaftinên mîtînga piştî meşê de bal hat kişandin ser têkoşîna PKK'ê ya li Rojhilata Navîn li hemberî çeteyên DAIŞ'ê dimeşîne û hat ragihandin ku PKK li ser navê tevahiya mirovahiyê şer dike. Qisekeran bang li Elmanya û hemû welatên Yekîtiya Ewropayê kirin, ku dest ji şaşîtiya xwe berdin û PKK'ê ji nava 'lîsteya rêxistinên terorê' derxînin. Mîtîng bi banga tevlîbûna li şeva 29'ê Mijdarê roja Yekşemê, bi dawî bû.

DORTMÛND: Bi armanca rakirina qedexeya li ser PKK'ê û serbestberdana girtiyên siyasî yên li Elmanyayê, li Dortmûndê meşek hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK", "Bila girtiyên siyasî werin berdan" hatin qîrîn û belavok hat xwendin.

STÛTTGART: Li bajarê Elmanya Stûttgartê, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk meş û mîtîngek lidar xist û xwest, girtiyên siyasî werin berdan û qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin. Di meşa ji Laûtenschlagerstrasse destpê kir de beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hildan.

FREÎBÛRG: Li Konrad Adenaûer Platz a Freîbûrgê, ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê çalakî hat xistin. Bi sedan kesên li hev civiyan, bi meşaleyan ber bi navenda bajêr ve meşiyan û belavok li derdorê belav kirin. Girseya gel piştî meşê li meydana Alter Synagoge civiya û ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt.

ESSEN: Li bajarê Elmanya Essenê, salvegera damezrandina PKK'ê bi meş û mîtîngekê hat pîrozkirin. Di çalakiya ku wêneyên siyasetmedarên Kurd ên li Elmanyayê girtî ne hatin hilgirtin de hat xwestin ku siyasetmedarên Kurd werin berdan û qedexeya li ser PKK'ê were rakirin.

...