Li Elmanyayê giliyê Serokwezîrê Tirk hate kirin

Li Elmanyayê di çarçoveya doza lêpirsîna sîxuriyê ya di têkildarî meleyên girêdayî DÎTÎB de hatibû vekirin, di derbarê Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim de gilî hate kirin.

Parlamenterê Parlamentoya Elmanya Volker Beck bi daxwaza girtina Serokwezîr Binalî Yildirim gilî kir. Beck, bi hinceta têkiliya wî bi Lêpirsîna sîxuriyê ya meleyên DÎTÎB'ê heye bê darizandin û girtin.

Beck, di derbarê Serokwezîr Yildirim de bi nivîskê gilî kir. Beck, ji bo girtina Bînalî Yildirim daxwazname da Serdozgerê Federal ê li Karlsrûhe. Beck li bajarê ku Bînalî Yildirim beşdarî mîtîngê bibû daxwazname da polîsê Obernhaûsenê û xwest Yildirim bê girtin.

Li gorî nûçeyê serlêdana ku ji aliyê Beck ve hatî kirin, Beck, di daxwaznameya xwe de diyar kir ku Serokwezîr Bînalî Yildirim, di nava karê sîxuriyê de cih girtiye, şirîkatiya sûc kiriye, xebatên sîxuriyê teşwiq kiriye. Ger ku hewce be divê destûr nede ji Elmanyayê derkeve û bê girtin.

Midûrê Polîsan ê Obernhaûsenê jî bersîv da serlêdanê û Daîreya Krîminal a Serdozgeriya Federal erk daye lêpirsînê.