Kurdistaniyên Ewrûpayê li Kolanan e: Ocalan ji bo me sedema şer û aşitiyê ye

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherikin kolanan. Di çalakiya de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin.

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diherikin kolanan. Di çalakiya de daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat kirin.

PARÎS

Kurdistaniyên li paytexta Fransa Parîsê daxwaza azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, li cihê dîrokî û qelebalix ên bajêr çalaki li dar xistin.

Kurdistaniyên ku Drancy, Evry, bi pêşengiya Navenda Cîvaka Demokratik û TEV-ÇAND’ê li qada Chateletê li hev kom bûn, li vir bi daxwaza ‘Ji Ocalan re Azadî’ kirin û xeleka mirovan çêkirin. Piştre Koma Şanoyê ya TEV-ÇAND’ê jî lîstokek nîşan da. Çalakî ji aliyê Fransiyan vê jî hat destekkirin.

Her wiha endamên Navenda Cîvaka Demokratîk ya Vîllers jî li qada Trocadero ji bo Ocalan çalakî li dar xist. Di çalakiyê de endamên Meclîsa Govendê jî bi govendên xwe piştgirî dan.

Endamên Navenda Cîvaka Demokratîk ya Normandiyayê jî li pêşiya avahiya operayê banga “Ji Ocalan re Azadî “ kirin. Çalakvanên ku pankart û wêneyên Ocalan vekirin, belavok jî belav kirin.

MARSÎLYA

Kurdên li bajarê Fransayê Marsîlyayê dijîn û dostên wan jî ji bo ku agahî ji Reberê Gele Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin bertek nişan dan. Kurdistaniyan destnîşan kir ku heta ji Ocalan agahî neyên girtin wê çalakiyên  xwe mezintir bikin.

Di çalakiyê de ku saetên evarî destpê kir, nezê hezar kesî amade bûn û çalakiyê ber bi qada Caebîereyê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “ Nezîkatiya li hember Reberê me ji bo me sedama aştiyê û şer e” hat rakirin.

Li ser navê DTM’ê Kemal Guler axivî û bang li hemû Kurdên Ewrûpayê kir ku piştgiriyê bidin çalakiyên Ocalanr û got pewîst e heta Ocalan re hevdîtin bên kirin çalakiyan mezin bikin.

WÎNTERTHUR

Komuna Jinan ya Arjîn ya Grazê li qada Wînterthurê ya Swîsreyê ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe çalakî li dar xist. Di çalakiyê de ku li navenda bajêr çêbû, hezar belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de Berdevka Komunê Binevş Yentar axivî û wiha got; “Ev salek e em ti agahiyê ji Rêberê xwe nagirin. Bi taybet ev qedexeyên bi OHAL’ê re hatin gumanên me zêde dikin.” Yentar diyar kir ku wê çalakiyê xwe heta Ocalan azad bibe mezintir bikin.

LUZERN

Li bajarê Luzernê yê Swîsreyê, jinan û zarokan  ji bo Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi kampanyaya nameyê kirin. Li gorî vê kampanyayê,  wê di nameyan de hesretên xwe yên ji bo Ocalan binivîsin.

Jinên ku daxwaza azadiya Ocalan kirin, wê der barê daxwazên xwe de ji bo CPT û Rexistina Efûyê ya Navneteweyî re jî domahiya hefteyê nameya birêkin. Rexistina Jinên Kurd ên Swîsreyê biryar dan ku sê mehan bênavber çalakiyan bidomînin.

...