Komkujiya Dîlokê li Swêdê hat şermezarkirin

Komkujiya Dîlokê li bajarên Helsîngborg û Goteborg ên Swêdê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

Komkujiya Dîlokê li bajarên Helsîngborg û Goteborg ên Swêdê bi çalakiyan hat şermezarkirin.

HELSÎNGBORG

Li bajarê Helsîngborg ê Swêdê, ji bo şermezarkirina komkujiya Dîlokê li gara trenê çalakiyeke bêdeng a protestoyî hat lidarxistin. Çalakgeran devê xwe bi bantê girtin û bi vî rengî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê şermezar kirin. Çalakiyê bi qasî 40 deqeyan dewam kir.

Piştre li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Helsîngborgê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin û bang li raya giştî ya demokratîk hat kirin, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî ya li pişt komkujiyan ew hene, protesto bikin.

GOTEBORG

Kurdistaniyên li bajarê Goteborg ê Swêdê dijîn, bi heman armancê li hev civiyan û alên PKK, KCK û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Goteborgê Alî Agirî axivî û destnîşan kir, ku komkujiya li Dîlokê nîşaneya bêçaretiya çeteyên DAIŞ'ê ye, ku li Minbicê û gelemperiya Rojavayê Kurdistanê derbên giran dixwe. Agirî diyar kir, komkujî bi destek û teşwîka dewleta Tirk hatiye kirin.

Agirî got, "Hikûmet û dewleta ku ti projeyeke xwe ya çareseriyê nîne, bi komkujiyên bi vî rengî hewl dide emrê xwe dirêj bike. Lê ev komkujî, emrê wan zûtir diqedîne."

Xwepêşandan bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin" qediya.

Di vê navberê de ji bo meşa dirêj a dawiya hefteyê li meydana Gota aset di 14:00 de destpê bike, banga tevlîbûnê hat kirin.

...