KNK’ê deklarasyona Kombûna xwe ya Giştî ragihand

KNK’ê deklarasyona 16. Kombûna xwe ya Giştî ya piştî analîz û şîroveya rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi 20 xalan ragihand.

Deklarasyoan  16. Kombûna Giştî ya KNK’ê ku li paytexta Belçîka Brûkselê bi tevlêbûn bi sedan delege û mêvanan pêk hatî, hate ragihandin. Di deklarasyonê de bi giştî li ser rewşa cîhanê, Rojhilata Navîn û Kurdistanê hate rawestandin. Sedemên sereke yên kêşeyan û rê û rêbaza çareseriya kêşeyan hate nîşandan.

Di Kombûna Giştî de hate xwestin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têkoşîn were geşkirin û behsa giringiya pêkhatina Yekîtiya Netewî hate kirin.

Deklerasyona 16. Kombûna Giştî ya KNK’ê wiha ye:

‘’1. Li cîhanê bi giştî di navbeyna cepheyê statûkoperest û cepheyê demokratîk û guherînê da rikeberiyeke dijwar heye. Hêzên guherînxwaz beramberî hêzên kevneperest berxwedaneke xurt nîşan didin. Bizava bi giştî rizgarî û azadiya Kurdistanê di eniya demokratîk û guherînxwaziyê da roleke girîng dileyize û xwedî giraniyê ye. Lewma Kurd û Kurdistanî divê vê pozisyona xwe ya stratejîk biparêz in û di avakirina Kurdistan û Rojhilata Navîn a demokratîk de bi misyonê pêşengiyê li navçeyê di nav hewildanên mezintir da bin.

2. Kurd û Kurdistanî divê bizanin ku ji nav dewletên dagîrkerên Kurdistanê bi taybetî Tirkiye û Îran bi ti awayî nahêlin ku Kurd destkevtiyên xwe di nav aramî, tenahiyê de ji nû ve ava û avadan bikin, biparêz in û mayînde bikin. Di her hîle û destwerdaneke li ser meydana polîtîk ya Kurdistanê de xêrnexwaziya van herdu dewletan tê dîtin. Bexda û Şam bûyîne aletên Îranê û ew jî di rêbirîna pêşkevtina Kurd û Kurdistaniyan de vê rola bêyom dileyizin. Dewleta Tirkiyeyê bi giştî polîtîka xwe ya navçeyê li ser şkandin û binketina Kurdan vehûnaye û dijminahiyeke bêtixûb dike. Pratîka wan ya li Bakur, Rojava û heta Başûr nimûneya vê çendê ye. Lewma Kurd û Kurdistanî divê li gorî vê rastiyê pozisyona xwe zelal û saxlem bikin û beramberî van polîtîkayên Îran û Tirkiyeyê di nav xwe de bi koordînasyoneke xurt bi hev re tevger bikin.

3. Kurd û Kurdistanî li ser bingehê mafên xwezayî yên neteweyî û niştimanî xwedanê mafê çarenivîsa xwe ne û li her aliyê Kurdistanê jî xelkê me dikare biryara statûya xwe bi xwe bide.

4. Kurd û Kurdistanî li beşên ku statû pêkhatî û li aliyê dî jî di nav xebat û têkoşîna bi giştî ya rizgarî û azadiyê de divê di nav xwe da di pileya herî bilind de normên demokratîk bi kar bînin û di nav civata xwe de demokrasiya kamil bi cih bikin.

5. Dewleta Tirkiyeyê îro bi timamî polîtîkayên serê sedsala 20’an yên antî Kurd û antî Kurdistan bi kar tîne û di nav êrişeke piralî de ye. Planekî nû yê wekî ”Planê Islahkirina Şerqê”, girtin, kuştin, zilm û zor berdewam e û nihe jî dest danane ser îdareyên xweser yên şaredariyan. Dewleta Tirkiyeyê bi kodên dîroka xwe ya birandina Kurdan tevger dike û bi timamî seferberiyeke kavil û wêrankirina Kurdistanê daye ber xwe. Kurd û Kurdistanî li her derê divê li dijî vê zilma dewleta Tirkiyeyê piştevanieke xurt bidine bizava neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê li Bakur.

6. Îran jî polîtîkaya xwe ya bêmaf hêlana Kurdan didomîne û rê nade ku Kurd li rojhilata Kurdistanê bigihine statûyeke demokratîk. Herwisa girtin û îdamên xwe gelek bêperwa didomîne. Kurd û Kurdistanî divê piştevaniya xwe li gel xelkê me yê Rojhilata Kurdistanê bi xurtî nîşan bidin.

7. Rojhilata Navîn di nav helûmercekê da ye û Kurdistan bûye navenda gûherîna demokratîk ya Rojhilata Navîn. Dînamîkên dinyaya demokratîk di demokratîzekirina Rojhilata Navîn da di gel Kurd û Kurdistaniyan de hevçeper in û destekê didin. Eve rewşeke pozîtîv e û dînamîkên pêşêng yên polîtîkaya Kurdistanê divê bihayekî mezin bidine vê pêşhatinê û daku fêdeyekî di xêra Kurd û Kurdistanê da jê werbigirin divê tifaqeke berfireh ya polîtîk û leşkerî ya navxweyî vehûnin û vê prosesê direng nehêlin.

Ji bo vê yêkê, Kurd û Kurdistanî divê zextên xurt bi ser pêşengên polîtîkaya Kurdistanê ku di pêkînana yêkîtiya mezin ya Kurd û Kurdistaniyan de êdî gavên berbiçav bêne avêtin û zûtirîn dem ev xwezî û daxwaza mezin bibe rastiya jiyanê.

8. Bizava neteweyî û demokratîk ya Kurdistanê li Rojavaya Kurdistanê gihiştiye qonaxeke nû û bi armanca Rojava û Federasyona Demokratîk ya Bakura Sûriyeyê eniyeke berfireh di gel xelkên navçeyê de hatiye pêkînan ku ev e dikare bibe nimûneya Sûriyeya nû ya demokratîk jî. Di vî warî da DAIȘ hatiye tengav kirin û navçeyên di bin dagîriya DAIȘ’ê da her diçe têne azad kirin û îdareya wan navçeyan ji bo xelkê deverê tê spartin. Xebat û têkoşîna li Rojavaya Kurdistanê divê bi her awayî bête destek kirin.

9. Dagîriya dewleta Tirkiyeyê ya li Sûriye û cih û warên Kurdan bi ti rengî nayê qebûl kirin û em bi tundî rûreş û şermizar dikin. Dewleta Tirkiyeyê divê zûtirîn dem hêzên xwe paşve vekêşe û piştevaniya di gel xelkên Sûriyeyê de ya dijî dagîrkeriya Tirkiyeyê divê bête bilind kirin.

10. KNK ji bo behs kirin û çare peyda kirina pirs û pirsgirêkên Kurdistanê hersal kombûnên bi navê ”Șêwira Neteweyî” pêktîne. Îsal jî li Kerkûkê ev ”Șêwira Neteweyî” hate kirin û em piştevaniya wan daxwazên hatine kirin dikin.

11. Li dewletên dagîrkerên Kurdistanê bi hizaran girtiyên polîtîk hene û divê ji bo serbestberdana wan xebateke xurt bête kirin.

12. Êzidî Kurd in û bi Kurdbûna xwe serbilind in. Lê gelek eşkere ye ku ji ber bîr û baweriya xwe ya dînî ji her alî ve di bin zilm û zorê da ne û hezaran xirabî û felaket bi serê wan hatine pêk anîn û hêj jî têne kirin. Piştevaniyeke xurt divê ji bo Kurdên Êzidî bête nîşan dan. Lewma Kurdên Êzidî divê di cih û warên xwe de jiyana xwe bi organ û mekanîzmayên xweser xwe îdare bikin.

13. Kurdên Feylî li cih û warên xwe hem ji ber nasnameya xwe ya neteweyî hem jî ji ber baweriya xwe ya dînî rastî her reng zilmê hatine û gelek cara hatine nefî kirin û di vê rewşa xirab de zarava û çanda wan ya resen bi ber asîmîlasyoneke dijwar ketiye. Divê piştevaniyeke xurt ji bo Kurdên Feylî bête nîşan dan û medyaya Kurdî ji bo jiyandina zarava û çanda wan derfetan bide avakirin.

14. Hemû xelk, netewe, dîn û dînzayên li Kurdistanê divê di nav îdareya xweser de xwe bi xwe, xwe îdare bikin. Asûrî-Suryanî-Kildanî û yên din di vê xalê de xwedî maf in û divê piştevaniya wan bête kirin.

15. Dewletên Tirkiye û Îranê medyaya Kurdistanê kirine hedefa êrişên xwe û nahêlin ku medyaya Kurdistanê bêhnê werbigire. Tirkiyeyê dest pê kiriye hemû tv, radyo û rojnameyên Kurdî, Kurdistanî û proKurd digire û berpirsiyaran zîndan dike. Dewleta Tirkiyeyê çawa bi êrişên komplowarî Med TV, Medya Tv û ROJ Tv dane girtin nihe jî dixwaze Med Nûçe Tv û televizyonên dijî zilma dewleta Tirkiyeyê weşanê dikin û dibine dengê azadiya Kurd û Kurdistanê bide girtin. Kurd û Kurdistanî divê hewil bidin vê pêla êrişkar ya dewleta Tirkiyeyê rawestînin û piştevaniyeke xurt nîşanî medyaya xwe bidin.

16. Ji bo ku hem rê li ber çareseriya demokratîk ya Kurd û Kurdistanê li Bakur vebe, hem zemînê aştiya Rojhilata Navîn amade bibe û hem jî vehûnandina tifaqa mezin ya navxweyî bi xurtî û encamgirî bête kirin, divê daxwaza serbestkirina birêz Abdullah Ocalan bête bilind kirin û ji bo vê yêkê li welat û meydana navneteweyî xebateke xurtir bête organîze kirin.

17. Pêşengiyên bizava polîtîk ya Kurd û Kurdistanê divê di meydana navneteweyî de bi hev re û bi koordîne hemleyeke mezin ya dîplomasiya hevgirtî ya Kurdistanê bidine destpê kirin û eniyên dostên Kurd û Kurdistanê mezintir û xurtir bikin.

18. Bi giştî cîhana polîtîk ya Kurdî û Kurdistanê divê ji her pêşketin û pêşveçûna polîtîk xelkên Kurdistanê bi berfirehî agahdar û serwext bike.

19. Banga Kurd û Kurdistaniyan ji bo dewletên dagîrker û hemû dewletên cîhanê gelek bilind, zelal û vekirî ev e ku heta ku Kurd û Kurdistanî negihin xwezî û daxwazên xwe yên rewa, li ser axa xwe nebine xwedan statû ne li nav dewletên dagîrker, ne li Rojhilata Navîn û nejî li cîhanê rehetî û tenahî pêk nayê. Em wekî ronahiya rojê bi bawerî ne ku Kurd û Kurdistanî, Kurdistan wê bigihêje daxwaza xwe ya mezin û li ser axa xwe çarenivîsa xwe bi dest ve bîne ku wê prosesê destpê kiriye û destkevtên îro nimûneya vê çendê ne.

20. Dinyaya demokratîk, dem û dezgehên temsîlkar û xêrxwaz yên navneteweyî divê piştevaniya xwe ya li gel Kurd û Kurdistaniyan xurtir û berfirehtir bikin û zextên xwe yên li ser dewletên ku mafê Kurdan binpê dikin zêdetir bikin. ‘’