Kedkaran astengî nas nekirin

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya Enqere bi meş, çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin.

Li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê komkujiya Enqere bi meş, çalakî û daxuyaniyan hat şermezarkirin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di çalakiya Mêrsînê de axivî û diyar kir ku AKP ji bo desthilatdariya xwe winda ne bi israr şer dixwaze û wiha got: "Me ya bi zor hilbijart. Li hemberî kesê ji bo desthilatdariyê, serokatiyê û dîktatoriyê her tiştî bike aştî parastin hêsan nîn e.Ji ber vê yekê em têkoşîna aştiyê dimeşînin. Ez careke din li vir dibêjin em yên mirovahiya mezin diparêzin bi israr hatin cem hev dê qezenc bikin."

MÊRSÎN

KESK, DÎSK, TMMOB û TTB ji bo şermezarkirina komkujiya Enqere li Qada Îstasyonê hatin cem hev û dest bi meşê kirin. Di meşê de gelek pankart, dowîz ên têkildarî komkujiyê de hatin vekirin û dirûşme hatin berzkirin. Girseya Kolana Îstîklalê bi du aliyan de rê ji trafîkê girtin ber bi Parqa Ozgur Çocuk ve meşiyan. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, EMEP, HDP û gelek kesên din tevlî meşê bûn. Piştî deme şûnda poîlsan pêşiya meşê girt. Piştî nûnerên rêxistinên sivîl bi polîsan re hevdîtin kirin polîsan barîkat rakirin. Piştî meşê rêzgirtin pêk hat.

'LI HEMBERÎ DIJMINÊN AŞTÎ Û DEMOKRASIYÊ EM Ê HÊ BÊHTIR BIBIN YEK'

Piştî rêzgirtinê Serokê Şaxa Genel Îş'ê Kemal Goksoy daxuyani xwend û wiha got: "Em kiryaran ji 18'ê gulanê li Edene û Mêrsîn, di 5'ê hezîranê de li Amedê û di 20'ê hezîranê de ji Pirsûsê dinasin.Li hemberî dijminên aştî û demokrasiyê em dê hêj bêtir bibin yek.

YUKSEKDAG: AKP JI BO DESTHILATDARIYA XWE DI ŞER DE ISRAR DIKE

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî diyar kir ku yên ev êş pêk anîn dê li hemberî têkoşîna aştiyê têk biçin û wiha got: "Heke li welatekî yên aştiyê dixwazin bên bombekirin û bên qetilkirin divê rêveberiya wî welatî hesaba wê bide. Me ya bi zor hilbijart. Li hemberî kesê ji bo desthilatdariyê, serokatiyê û dîktatoriyê her tiştî bike aştî parastin hêsan nîn e.Ji ber vê yekê em têkoşîna aştiyê dimeşînin. Ez careke din li vir dibêjin em yên mirovahiya mezin diparêzin bi israr hatin cem hev dê qezenc bikin."

STENBOL

Bi hezaran karker, karmend û xwendekaran bi heman armancê xwestin ji Gara Sîrkecî û li ber Nexweşxaneya Cerrahpaşa ber bi Qada Beyazidê ve bimeşin. Girseya li Cerrahpaşa rastî êrîşa polîsan hat û li ber nexweşxaneyê daxuyanî daç Berdevkê Demê yê KESK'ê Mehmet Emîn Kirşanlioglu axaftinekî kin kir û êrîşa polîsan şermezar kir.

Li Edîrne, Îzmîr, Mêrdîn, Edene, Antalya, Amed, Êlih, Xerpêt, Colemêrg, Wan, Mûş, Agirî, Qers, Riha, Dîlok û gelek navçeyên din kedkar, karker, karmend, xwendekaran derketin qadan û komkujiya Enqere şermezar kirin. Di çalakiyan de bertekên li dijî AKP'ê û Serokomar Erdogan zêde bûn û li hemberî êrîşan banga têkoşîna hevpar hat kirin.

Di çalakiyan de wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin, pankartên têkildarî komkujiyê de yên hêrsa gel nîşan didin hatin vekirin û dirûşmeyên AKP'ê û Erdogan şermezar dikin hatin berzkirin.

Xwendekarên zanîngehan ên li kampusan hatin cem hev û meş û daxuyanî li dar xistin banga boykotê kirin û gotin dê têkoşîna xwe ya demokrasî û aştiyê her tim bidomînin.

Ciwanên li Parqa Koşuyolu ya Ameêd hatin cem hev ber bi Ofîsê ve dest bi meşê kirin û polîsan êrîş li ciwanan kir û ciwanan jî bi keviran bersiva polîsan dan. Piştî ciwan li kolanan belavbûn bûyer bi dawî bûn.