KCDK-E: Em ji bo Med Nûçeyê bikevin nav liv û tevgerê

KCDK-E, li dijî biryara rawestandina weşana Med Nûçeyê banga çalakiyê kir.

Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) têkîldarî biryara rawestandina weşana Med Nûçeyê ku Eûtelsatê girtiye, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku polîtîkayên pelçiqandin û girtinê yên ku dewleta Tirk li dijî medyaya mûxalîf û Kurd dimeşîne gihiştiye merheleyek nû û sepanînên li dijî çapemeniyê yên li Tirkiyeyê mînak da.

JI BO EWROPAYÊ BANG: NEYÊ LÎSTOKAN

Di daxuyaniyê de li dijî biryara rawestandina weşana Med Nûçeyê nerazîbûn hate nîşandan û ev hatin gotin;

“Eutelsat, ji bo weşanên Med Nûçe ya ku lîsansa wê heye û di çarçoveya rêgezên weşanê de li Ewropayê weşanê dike rawestîne, bi awayekî derqanûnî û derhiqûqî talîmata demildest girtina TV’yê û rawestandina weşanê daye şîrketên satelaytan.

Ev biryara derhiqûqî, îllegal û korsanî ya Eutelsat girtiye, bêguman têkîliya xwe bi biryarên ku AKP-Erdogan û dewleta Tirk li dijî medyaya Kurd girtiye, heye. Pir balkêş e ku li Tirkiyeyê di rojekê de qenala TV 10 tê girtin, piştî rojekê jî Eutelsat ji bo girtina Med Nûçeyê biryarê digire. Pir eşkere ye ku dewleta Tirk bi bertîl û rantên ku belav dikir hewl dida tevgera Kurd bitepisîne, li dijî saziyên Kurd zext kirine. Em baş dizanin ku biryara Med Nûçe TV jî encamek vê nêzîkatiyê ye.

Em bang li dewletên Ewropa û şîrketên têkîldar dikin ku neyên lîstokên Erdogan-AKP û dewleta Tirk. Nayê qebûlkirin ku Kurdên li Tirkiyeyê tên qirkirin, li Ewropayê jî bi şêwazekî din bi vê qirkirinê re hevrû bêne hiştin.”

BANGA ÇALAKIYA LI BER EÛTELSATÊ

KCDK-E, destnîşan kir ku wê Kurd van kiryarên keyfî qebûl nekin, di dawiya daxuyaniyê de got; “Kurdên li Fransayê, divê ji bo betalkirina vê biryara ku bi zihniyetekî keyfî û rantparêz hatiye standin divê li ber Eûtelsatê mîtîng, pêşandan û çalakiya rûniştinê li dar bixin, biryarê protesto bikin. Kurdên li derveyî Fransayê jî divê xwe bigihînin e-maîl û faksên şîrketê, nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”

Navnîşana şîrketê ya li Fransayê wiha ye:

Shareholder Services

BNP Paribas Securities Services

CTP Assemblee

Les Grands Moulins de Pantin

9, avenue du Debarcadere 93761  Pantin Cadex

Fax:0033(0)140145890

[email protected]