Ji HDK Ewropayê daxuyaniya li ser 'Xerabê' û 'Yuksekdag'

HDK Ewropayê nerazîbûn nîşanî betalkirina parlamenteriya Yuksekdag û êrîşên li gundê Xerabê da.

Kongreya Demokratîk a Gelan li Ewropayê (HDK-Ewropa) li ser betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û êrîşên li gundê Xerabê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag ji êrîşên li dijî gelan û pêla girtin û binçavkirinan a beriya referandûmê cuda nîne û hat gotin, "Bi vê yekê re hewl didin çavê hêzên bereya 'NA' bitirsînin, pêşî li hêrsa karker, kedkar û jinan bigirin. Yên van êrîşan dikin, dibînin ku wê winda bikin."

HDK-Ewropa ragihand, Yuksekdag bi sekna xwe ya tawîzê nade faşîzmê û ti carî serî natewîne, rûmeta wan e û got, "Me ew ne tenê bi nasnameya wê ya Hevserokatiya HDP'ê, me ew bi karên wê yên şoreşger ên li gelek qadan nas kir."

ÊRÎŞA LI XERABÊ BAVA

Di dewama daxuyaniyê bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê û hat gotin, "Destûr nayê dayîn ku ji derve kesek bikeve nava gund. Ji şewitandina bajaran, kuştina mirovên sivîl, şewitandina sivîlan li jêrzemînan, ji nivîsên nîjadperestî yên li ser dîwaran hatin nivîsandin mirov dikarin bi hêsanî texmîn bikin, bê li vî gundê biçûk dikarin çi bikin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo referandûma 16'ê Nîsanê banga xurtkirina kampanya 'NA' hat kirin.