Ji Ciwanên Azad ên Ewropa, ji bo ciwanên Kurdistanî banga çalakiyan

Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ên Ewropa daxuyaniyekî nivîskî da, bang li ciwanên Kurdistanî kir ku çalakiyan li dar bixin.

Kordînasyona ciwana li hember bomerdûmana balafirên şer ên desthilatdariya faşîst a AKP’ê ya li ser Nisêbîn û Şirnexê bertek nîşan da, bang li tevahî ciwanên li Ewropa dijîn kir ku dakevin kolanan, bertekên xwe bi çalakiyan diyar bikin.

Ji Tevgerên ciwanan a li Ewropa, Koordînasyona Ciwanên Azad û Jinên Ciwanên Azad daxuyaniyeke hevpar dan, li dijî şerên hov bang li ciwanên Kurdistanî kirin ku rabin çalakiyan. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

“ Gelê Kurd ên ku bi îlankirina xwerêveberiyê re berxwdanê dikin, dewleta AKP’ê ya faşîst a ku li beramberî vê hemleyê bêçare maye, bi mehan e bi awayekî herî dijwar êrîşî gel û bajarên me dikin. Dewleta faşîst li Cizîr û Sûrê rûyê xwe yê hov nîşan da, îro jî dixwaze Şirnex û Nisêbînê hilweşîne û tine bike.

Gelê me yê ku ji dîroka herî kevnar ve li ser piya ne û li hember ti hêzan serê xwe xwar nekiriye, bajarên me, îro jî li pêşberî sîstema faşîst hê jî li ser lingan e. Îro li dijî gelê me yê ku li hember her cure êrîşan tevbîrên xwerêveberiya xwe pêk tînin, wehşeteke di asta herî bilinde tê meşandin. Çeteyên faşîst, bi her cure teknîk, bi hezaran leşker û polîsan bajarên me dorpêç kirine, bi tank û topan êrîş dikin. Tevî vê jî çeteyên Qesrê nikarin gavekê jî pêş de herin, bi êrîşên xwe hewl didin ku bajarên me bi erdê re bikin yek. Bi rojane ku êrîşên ji asîmanan ve êdî gihiştiye ku bi balafirên şer ve bomberdûmanê dikin.

Berxwedana gelê me ya li dijî êrîşên çeteyên hov yên ku gihiştine wê astê ku li Şirnex û Nisêbînê çekên kîmyewî yên qedexekirî jî bi kar tînin, destanewî ye, dîrokî ye. Berxwedêrên Şirnex û Nisêbîn weke Cizîr weke Sûrê destanan dinivîsînin, tevî van hemû êrîşan jî bi vînekî mezin li ser lingan in, rê nadin ku dijmin tenê gavekê jî pêş de werin.

Em jî weke Koordînasyona Ciwanên Azad, bang li tevahî ciwanên Kurdistanî yên li Ewropa dijîn dikin ku li dijî êrîşên faşîst rabin ser lingan. Her çendî ji welatê xwe dûr jî bin, li cihê lê ne, li her derê bi heman berxwedanê, bi heman ruhî li ber xwe bidin û rûyê dijminê qetlîamwarî nîşanî tevayî cihanê bidin.

Li ser vî bingehî di serî de bang li Ciwanên Kurdistanî û Antî-Faşîst, Antî-Kapitalîst hemû beşên bihestiyar ên ku li Ewropayê dijîn dikin ku bi me re bikevin nava tevgerê.

Bang dikin ku li gel gelê me beşdarî hemû çalakiyên ku wê li Ewropayê bên lidarxistin bibin.

Bang li tevahî jin, ciwan, mêr ên ku dilê wan ji bo welatê wan lêdidin dikin ku li her cihê ku agirê berxwedanê li geş dibe gûr bikin.

Diyar dikin ku berxwedana bi heybet a ku ewladên qehreman ên gelê me yên li Kurdistanê didomînin, em ê jî berdewamiya wê li vir nîşan bidin.”