Ji bo Ozdemîr li Kasselê merasîma sersaxiyê hat lidarxistin

Ji bo Mûsa Ozdemîr (Tîrêj Gîvara) ê li Edeneyê di 24'ê Mijdarê de jiyana xwe ji dest da, li Kasselê merasîmeke sersaxiyê hate lidarxistin.

Cenazeyê Mûsa Ozdemîr (Tîrêj Gîvara), ku roja 24'ê Mijdarê di dema amadekariya çalakiya dijî Walîtiya Edeneyê de jiyana xwe ji dest da, pêr radestî malbata wî ya li Nisêbînê hat kirin.

Piştî ku cenazeyê Ozdemîr li Nisêbînê hat veşartin, malbata wî ya li bajarê Kassel ê Elmanyayê dijî, duh pêşwaziya serdanên sersaxiyê kir.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kasselê pêk hat. Gelek Kurdistanî li merasîmê amade bûn.