Ji bo azadiya Ocalan li Niceyê çalakî

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Nice ya Fransayê bi meş û mîtîngekê hate şermezar kirin.

Kurdên ku li herêma Cote d’Azur a Fransayê dijîn, li medya Gerîeldî bi meş û mîtîngekê tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin.

Di çalakiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK, PYD, YPG’Ê hatin rakirin, hate gotin ku Ocalan xeta wan a sor e û xwestin ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.

Di çalakiyê de êrîşa bi ser Cerablûsê ya dewleta Tirk hate şermezarkirin û gelek caran li dijî AKP’ê û Erdogan dirûşm hatin berzkirin.