Ji artêşa Tirk bomberdûman, ji gerîla çalakî

Artêşa Tirk bi hawan, obus, tank û çekên giran re bomberdûmana qadên gerîla dewam dike. Gerîla jî bi çalakiyan bersivê didin van êrîşan.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk ên bi hawan, obus, tank û çekên giran zêde bûne. Der barê bomberdûmanê de HPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"29'ê Tîrmehê saet di navbera 19:00 - 20:00 de qereqola Garê ya li ser sînorê herêma Xakurkê ye, obus û hawan avêtiye girê Kurê Mizgeftê. Êrîşên artêşa T.C a dagirker ên bi hawan, obus, tank û çekên giran dewam dikin. Li gorî vê yekê;

29'ê Tîrmehê saet di navbera 19:00 - 23:00 de, qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê, bi obus, hawan û tankan girên Govendê, Şehîd Gafûr û Şehîd Artêş ên li nava herêma Avaşînê bombebaran kiriye.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 16:00 - 18:00 de qereqola girê Yekmal, qada Bektorya ya li herêma Heftanînê, qereqolên girên Çete û Vacîp jî qada Deriyê Davetiya û Şehîd Merwan bi obus, hawan, tank û çekên giran bombebaran kirine.

Ji saet 11:30 ê 29'ê Tîrmehê heta saet 05:00 ê 30'ê Tîrmehê qereqola Bilican a li ser sînorê herêma Zapê girên Guvenlîk, Hilelê, Hakan, Şehîd Mûnzûr, gundê Erbîş, girê Şehîd Colemêrg, Garêya Biûk û Garêya Mezin bi obus, hawan û tankan bombe kiriye. Hêzên me yên gerîla jî li dijî van êrîşên hatine kirin di cih de bi çekên giran bersiv dane.

29'ê Tîrmehê saet di 05:00 de balafirên şer ên Tirk bombe li qada Şehîd Colemêg a herêma Zapê barandine.

Ji êvara 29'ê Tîrmehê heta sibeha 30'ê Tîrmehê saet 04:00, balafirên şer ên artêşa T.C a dagirker li ser herêmên Zap û Metîna geriyane. Her wiha ji saet 20:00 ê 29'ê Tîrmehê heta saet 12:00 ê 30'ê Tîrmehê li ser herêma Zapê bi pêgerên hewayî yên keşfê yên bê mirov re keşif hatiye kirin."

GERÎLAYAN BI HAWANAN BERSIV DAN

HPG'ê da xuyakirin ku gerîlayan jî bi hawanan bersiv dane êrîşên artêşa Tirk û got, "Roja 29'ê Tîrmehê saet di 16:00 de gerîlayên me bi hawanan li hemberî gir û qereqola Oremarê ya li navçeya Colemêrg Geverê çalakî lidar xistine. Di encama çalakiyê de 2 leşkerên li qereqolê birîndar bûne û derb li 2 tankan ketiye. Li dû çalakiyê saet di 19:00 de artêşa Tirk bi obus û hawanan qada Şehîd Rahîme ya li nava sînorê Avaşînê bombe kiriye. Çalakiya hat lidarxistin ji bo bîranîna hevrêyên me Seyîdxan Korkmaz û Beytûllah Aydin hatiye kirin.

28'ê Tîrmehê gerîlayên me li hemberî qereqola Şkêr a li ser sînorê herêma Zapê ye, bi hawanan çalakiyek pêk anîne. Der barê mirî yan jî birîndarên artêşa Tirk ên ji ber vê çalakiyê de, agahiyeke zelal bi dest neketiye."

HPG'ê di dewama daxuyaniya xwe de ev agahî da: "Roja 28'ê Tîrmehê hêzên me yên gerîla, li hemberî hin hedefên lojmanên polîsan ên li navenda bajarê Colemêrgê çalakî lidar xistine. Hêzên me yên gerîla li dijî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep ku piştî çalakiyê ji bo destwerdanê hat çalakiya sabotajê pêk anîne. Di encama vê çalakiyê de maşîna zirxî bi temamî hatiye îmhakirin.

29'ê Tîrmehê saet di 05:30 de, li hemberî du maşînên zirxî yên li navçeya Şirnex Elkê li ser rêya operasyonê bûn, gerîlayên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de derb li maşînan hatine xistin.

29'ê Tîrmehê saet di 06:00 de artêşa T.C a dagirker li bejahiya gundên Golik û Hindiris ên navçeya Mêrdîn Dêriya Çiyayê Mazî derketiye operasyonê.

30'ê Tîrmehê saet di 07:00 de gerîlayên me li hemberî nîzamiyeya girê Radar ê Hatayê bi çekên fermî û giran çalakî pêk anîn. Der barê mirî yan jî birîndarên ji ber vê çalakiyê de agahiyeke zelal bi dest neketiye. Operasyona artêşa Tirk a piştî çalakiyê destpê kir, hînê dewam dike.

29'ê Tîrmehê saet di 22:00 de gerîlayên me li dijî qereqola Mele Osman a li navçeya Erzîrom Qereyaziyê çalakiyek lidar xistin."

JI GERÎLAYAN KONTROLÊN LI SER RÊ

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî dewam kir:

"29'ê Tîrmehê saet di navbera 16:00 - 20:00 de gerîlayên me û gerîlayên TÎKKO, rêya navçeya Dêrsim Xozadê li çûnûhatinê girtin û kontrola nasnameyan kirin. Kontrolên rê yên gerîlayên me dewam dikin. Li gorî vê yekê;

29'ê Tîrmehê, gerîlayê me rêya SêrtBerwarî-Şaxo girtine. Li vê derê wesayîtek kelûmel ji artêşa Tirk re dibir, hat rûxandin.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 16:00 - 17:00 de rêya Amed-Çewlikê, saet di navbera 20:00 - 00:00 de rêya Farqîn-Pasûrê li çûnûhatinê hatine girtin.

Ev 3 roj in rêya Mûş-Pasûrê di bin kontrola gerîlayên me de ye.

28'ê Tîrmehê saet di 22:00 de gerîlayên me rêya taxa Seyrantepe ya navenda Amedê girtin û nasname kontrol kirin.

29'ê Tîrmehê saet di navbera 18:30 - 21:00 de li ser rêya Îpekê ya navçeyên Bedlîs Tetwan, Xîzan û navçeya Sêrt Hawêlê gerîlayên me kontrola nasnameyan dikin û der barê pêvajoyê gel agahdar dikin.

Roja 29'ê Tîrmehê saet di navbera 20:00 - 22:00 de gerîlayên me rêya Çewlik-Sancakê girtin û kontrola nasnameyan kirin.

Roja 29'ê Tîrmehê saet di 19:00 de li rêya di navbera navçeyên Amed Lice û Pasûrê de gerîlayên me li hemberî maşîneke zirxî ya artêşa Tirk çalakiya sabotajê kirine.

28'ê Tîrmehê saet di 21:00 de gerîlayên me li taxa Hûzûr Evlerî ya Amedê li hemberî polîsekî tevgera taybet çalakî pêk anîne û ev polîs bi giranî birîndar bûye.

29'ê Tîrmehê saet di 13:00 de li ser rêya navçeyên Elezîz Pali û Depê li dijî maşîneke zirxî ya artêşa Tirk çakaiya sabotajê pêk hatiye û derb li maşîna zirxî hatiye xistin. Li ser vê yekê artêşa T.C a dagirker derketiye operasyonê. Operasyon heman rojê saet di 20:00 de bi awayekî bêencammayî bi dawî bûye.

DERB LI HELÎKOPTERA SKORSKY HAT XISTIN

Di sibeha 30'ê Tîrmehê de gerîlayên me bi çekên giran derb li helîkoptereke bi tîpa Skrosky ya li ser bejahiya Çewlikê digeriya, xistine.

29'ê Tîrmehê saet di 12:00 de gerîlayên me li ser rêy Bedlîs Tetwan û Wanê de li dijî maşîneke zirxî çalakî pêk anîne. Di encama çalakiyê de leşkerek birîndar bûye.

Roja 29'ê Tîrmehê saet di 23:00 de gerîlayên me li hemberî maşîneke zirxî ya bi tîpa akrep a Emniyeta navçeya Mêrdîn Qoserê çalakiyek hatiye lidarxistin û maşîn hatiye derbkirin. Ev demeke dirêj e tevgera artêşa Tirk a li vê herêmê dewam dike. Di vê çalakiyê de 2 birîndar hene."