HRW: Tirkiye bi awayekî komî penaberên Sûriyeyî dersînor dike

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), di mijara penaberan de Tirkiye rexne kir. Rêxistinê diyar kir ku penaberên Sûriyeyî bi awayekî komî tên dersînorkirin.

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), di mijara penaberan de Tirkiye rexne kir. Rêxistinê diyar kir ku penaberên Sûriyeyî bi awayekî komî tên dersînorkirin.

Rêxistinê diyar kir, ku Tirkiye çi zarok, çi jî jin penaberên bi awayekî fermî serlêdana penaberiyê dikin, bi awayekî komî dersînor dike û zexta koça qaçax li wan dike.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) endamê Gerry Sîmpson got, "Tirkiyeyê heta roja îro Sûriyeyê pêşwazî kir û li nava sînorên xwe bi cih kir. Lê belê divê penaberan neşîne herêmeke şer."

Li gorî hejmarên fermî bi qasî 2,2 mîlyon penaberên Sûriyeyê li Tirkiyeyê ne, lê belê statuya penaberan an jî mafê rûniştinê ji van re nehat dayîn. Di dema dawî de dersînorkirin zêde bû.

Di nava vegotinên şahidan ên HRW berhev kiriye de, penaberekî ji Hamaayê dibêje, "Me hewl dan xwe bigihînin Tirkiyeyê, lê polîsan yekser em sekinandin. Em birin baregeheke leşkerî ya 200 Sûriyeyî lê ne. Di nav wan de jin û zarok jî hebûn. Piştî rojekê em hemû birin ser sînor û ji me re gotin; 'hemû vegerin."

Di nava Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de, di hefteyên dawî de li ser mijara penaberan bazarî hatin kirin. Aliyan sînyal dan ku wan li hev kirine. Balkêş e ku Tirkiye van dersînorkirinan di demeke bi vî rengî de dike.