Her ku diçe fikarên têkidarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dibin, li ser vê Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji Komîteya Pêşîlêgirtinê ya Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) xwest ku kêferatê bike.
Di nameyê de, ku ji Serokê CPT’yê, Mykola Gnatovsky re hate şandin, tê xwestin ku, şandeyek ji CPT’yê bi bayê bezê hevdîtinê li gel Ocalan bikin û derbarê tendirustî û ewlekariya wî de agahiyan bi raya giştî re par ve bike.
Ji 05’ê Nîsana 2015’an ve hevdîtin bi Ocalan re pêknehatiye di nava tecrîdekî girankirî de ye. Piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê, tevî hemû hewldanên daxwazên serlêdanê yên parêzer û malbatê rê nayê dayîn ku hevdîtin bi Ocalan pêk were.