Hevşaredarê Qereyaziyê hat binçavkirin
Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan hat binçavkirin, li avahiya şaredariyê lêgerîn didomin.
Di çarçoveya operasyonên qirkirinê de Hevşaredarê Qereyaziyê Mehmet Saît Karabakan hat binçavkirin, li avahiya şaredariyê lêgerîn didomin.
Hevşaredarê Qereyaziyê ya Erziromê Mehmet Saît Karabakan danê nîvro li navenda bajêr ji hêla polîsên Tirk hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Karabakan birine Şaxa Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Têkoşîna Bi Terorê (TEM).
Her wiha avahiya şaredariya Qereyaziyê jî bi wesayîtên zirxî hatiye dorpêçkirin. Polîsên ku ketin hundirê avahiyê dest bi lêgerînê kirin.