Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê: Em ji bo Ocalan têkoşînê geş bikin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê gotin, "Agahînegirtina ji Rêberê me tê wateya rîska tenduristî û ewlekariya wî. Rojeva me ya bingehîn azadiya Rêberê me ye." Girtiyan banga geşkirina têkoşînê li her kesî kir.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê tên girtin, têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Li ser navê girtiyan Denîz Kaya diyar kir ku ew bi ti awayî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin qebûl nakin û ji gelê kurd û hêzên demokratîk xwest ku li dijî tecrîda li ser Ocalan dakevin kolanan û deng û têkoşîna xwe bilind bikin. Kaya da xuyakirin, di 7'ê Hezîranê de vîna aştî û demokrasiyê derket holê û AKP'ê di 14'ê Tîrmehê de bi darbeya sivîl xera kir û di 1'ê Mijdarê derket astekê. Kara bilêv kir ku dema  xerakirina pêvajoya çareseriyê heta 15'ê Tîrmehê hewldana darbeyê derket asta herî jor û piştî tabloya 15'ê Tîrmehê ew êdî ji tenduristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Kaya anî ziman, AKP piştî darbeya 15'ê Tîrmehê xwest xwe ji hemû sûc û qirêjiyê paqij bike û hemû qirêjiya xwe têxe stuyê rêxistina cemaetê. 

Kaya bilêv kir ku hikûmet dixwaze bi mîtîngên 'Yenîkapi" û civînên wekî wê hiş û aqilê gel tev li hev bike û her tiştî bêHtir şolî bike. Kaya got: "Li aliyê din CHP ku xwe li dijî hişmendiya darbeyê nîşan dide bi polîtîkayên pişt degokrasiyê her tiştî berevajî dike û hevkariya AKP'ê dike. Tecrîda li dijî Rêberê me pêk tê, polîtîkaya îmhayê ya li dijî tevgera me ye. Bi van plan û polîtîkayan dixwazin hemû polîtîkayên xwe yên otorîter xurt bikin û ji nû ve ava bikin." 

'ÊRÎŞA LI DIJÎ RÊBERÊ ME ÊRÎŞA LI DIJÎ GELÊ ME YE'

Kaya destnîşan kir ku di pêvajoyek bi vî rengî de li ser gelê tirk, bindest, hêzên demokratîk û gelê kurd ferz e ku yekîtiya demokratîk û tifaqa xwe xurt bikin û bi hevre li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê bibin yek. Kaya xwest hemû gelên demokratîk û bindest ên Tirkiyeyê destûr nedin biryarên Biryarnameyên xwedî hukmê qanûnî vîna wan diyar bike û serdestiyê li ser wan bike. Kawa wiha dewam kir: "Li ser navê operasyonên li dijî darbekaran li dijî tevgera azadiya kurd û hêzên demokratîk êrîş pêk tên. Serdegirtin, binçavkirin û girtin hemû li dijî kurdan û hêzên demokratîk pêş dikeve. Ji ber ku em bi ti awayî agahiyê ji Rêberê xwe nagirin, rêberê me di bin rîskê de ye. AKP berê êrîşan dide Rêberê me û xwe ji berpirsyarê paşve dikişîne. Pir eşkere ye ku hemû êrîşên li dijî Rêberê me pêş bikevin li dijî me û gelê me pêş dikevin. Em vê yekê wisa dizanin." 

DI ŞEXSÊ HDP'Ê DE VÎNA GEL LI DERVE DIHÊLIN

AKP dixwaze di şexsê HDP'ê de hemû hêzên demokratîk li derve bihêle. AKP bi Sûrî, Îran, Rûsyayê re dikeve nava hevkariyê û li dijî hêza kurd tifaqan pêk tîne. Ger ku em li hemberî vê yekê tênekoşin em ê biçin, ger ku em li hemberî vê yekê têbikoşin em ê bi ber bikevin. Wekî tevgera gel û girtiyên PKK-PAJK'ê xala sereke û yekemîn azadiya Rêberê me ye. Xala yekemîn piştî 15'ê Tîrmehê Girava Îmraliyê ye. Xala duyemîn jî Komkujiya Dîlokê ye. Di pratîkan de tê dîtin ku bi destê hevkariya DAIŞ-AKP'ê ev komkujî pêk hatiye. Em girtiyên PKK û PAJK'ê komkujiyê şermezar û nalet dikin. Sersaxiyê ji malbatan re dixwazin." 

LI KOLANAN TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN

Kaya destnîşan kir ku wekî girtiyên PKK û PAJK'ê ji bo balê bikişin ser tenduristî û ewlehiya Ocalan wê çalakiyên xwe berdewam bikin û têkoşîna xwe bilind bikin. Kaya bilêv kir ku ew ê di hemû qadan de têkoşîna xwe bilind bikin û tu qadên têkoşînê vala nahêlin. Kaya, di serî de ji malbatên girtiyan û hemû gelê ku aştî, demokrasî û çareseriyê dixwaze xwest ku li dijî pêkanînên dijdemokratîk dengê xwe bilind bikin û li kolanan têkoşînê xwe belav bikin. 

Kaya, herî dawî destnişan kir ku komploya li ser wan ji operasyonên DGM, OYM, KCK û xwerêveberiyan heta niha hatine û hişmendiya tevan yek e. Kaya, da zanîn ku ew ê li hemberî hemû êrîşan xwedî helwest û têkoşînek xurt bin û bang li hemû gelê Tirkiye, hêzên demokratîk û gelê Kurd kir ku di hemû qadên jiyanê de li kolanan dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe xurt bikin."