BI DÎMEN

Fermandarê HPG'ê Şervan Varto hat bîranîn

Endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şervan Varto (Onder Aslan), ku par di 24'ê Tîrmehê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest da, li Normandiyayê hat bîranîn.

Ji bo endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê Şervan Varto, li bajarê Normandiya yê Fransayê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin. Bîranîn li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat û gelek Kurdistanî tevlî bûn.

Di axaftinên li vê derê de, di şexsê Şervan Varto de soza dilsoziya bi hemû şehîdên Kurdistanê hat dayîn. Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Piştî merasîma bîranînê, bi beşdariya 16 tîmên futbolê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Şervan Varto hat lidarxistin Di tûrnûvayê de tîma bi navê Saet Xweş bû yekemîn.