FEDA'yê ji bo TV 10 banga piştgiriyê kir

FEDA'yê ji bo qenala TV 10 ku yek ji qenalên duh ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin girtin e, banga piştgiriyê kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA) li ser girtina 10 qenalên televîzyonê daxuyaniyek da.

'WÊ ELEWÎ BINDESTIYÊ QEBÛL NEKIN'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, TV 10 ku dengê Elewiyan e, yek ji qenalên hatine girtin e û hat gotin, "Girtina TV 10 ku deng, dil û zimanê civaka baweriya Elewî ye, nîşan dide ku AKP dixwaze bê şert û merc hemû mûxalîf û alîgirên demokrasiyê serî li ber desthilatdariya wan bitewînin. Lê tê zanîn, Elewî li dijî her şêwe darbeyê ne, her tim bi serbilindî têdikoşin û bindestiyê ti carî qebûl nakin."

FEDA'yê di dawiya daxuyaniya xwe de banga xwedîderketina li TV 10 kir.