Eutelsatê talîmata rawestandina weşanên Med Nûçeyê da

Şîrketa Eutelsatê û faşîzma AKP’ê dixwaze Med Nûçe TV a ji Ewropayê weşana bi zimanê Tirkî dike bêdeng bike.

Desteya Weşanê ya Med Nûçeyê daxuyaniyek nivîskî da, got; “Eutelsat, dibe hevkarê AKP’ê ya ku li Tirkiyeyê dixwaze qenalên Elewî, Kurd û zarokan bêdeng bike, talîmata rawestandina weşanên Med Nûçe TV da.”

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku dewleta Tirk di pelçiqandin, girtin û zextên xwe yên li dijî çapemeniya muxalîf û medyaya Kurd derbasî merheleyek nû bûye, wiha dewam kir; “Recep Tayîp Erdogan li dijî tevahî çapemeniyên ku li derveyî tercîh û ecibandinên wî ne, şer îlan kiriye; hewl dide van zextên faşîzan ên li Tirkiyeyê veguhezîne Ewropayê jî.

Dewleta Tirk di dîktatortiya Tayîp Erdogan de di çarçoveya xebatên bêdengkirina çapemeniya Kurd û medyaya muxalîf de li Tirkiyeyê 10 qenalên televîzyonê girtin, li Ewropayê jî dezgeha bi navê Eutelsat ji bo qenalên Kurdan bigire li ser şîrketên satalaytê zextê dike.

Eutelsat, ji bo weşanên Med Nûçe ya ku lîsansa wê heye û di çarçoveya rêgezên weşanê de li Ewropayê weşanê dike rawestîne, bi awayekî derqanûnî û derhiqûqî talîmata demildest girtina TV’yê daye.

Eutelsat, bi van hewldanên xwe yên derhiqûqî, derqanûnî û îllegal ve bûye hevkarê sûcê dewleta Tirk û Tayîp Erdogan.”