EFJ li dijî biryara Eûtelsatê nerazîbûn nîşan da

Di daxuyaniya Federasyona Rojnamevanên Ewropa (EFJ) de li dijî biryara Eûtelsatê ya ku bi zextên dewleta Tirk rawestandina weşana Med Nûçe TV xwest, nerazîbûn hate nîşandan.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku mafên agahîwergirtina gelê Kurd bê parastin û di êrîşê medyayê de nebe alîkarê dewleta Tirk.

Di daxuyaniyê de li ser hinceta rawestandina weşana Med Nûçeyê ya ji hêla şîrketa Eûtelsatê hate rawestandin, hate gotin ku biryar li ser zextên RTUK’ê hatiye dayîn.

Hate destnîşankirin ku biryar bi daxwaza hikûmeta AKP’ê piştî ku Tursatê bi awayekî îllegal nêzî 20 qenalên mûxalîf û radyo girtine hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de bang li Dîrektorê Eûtelsatê Rodolphe Belmer hate kirin,  wiha hate gotin; “Ji bo parastina medyaya pirdengî û parastina mafê agahîwergirtinê yê gelê Kurd, em peyamê didin ku bila qenala Kurdan Med Nûçe weşana xwe bidomîne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku naveroka nûçeyên Med Nûçeyê bi giştî li gor rêgezên heyî hatine bişêwekirin, wiha hate gotin; “Divê Eûtelsat di êrîşên medyayê de nebe alîkarê dewleta Tirk.”