Dr. Bîlmedî:Ez ne veterîner im, mamosteyê têkiliyên navnetewî me

Endamê Hîndekarê Beşa Têkiliyên Navnetewî û Zanista Siyasî ya Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Dr. Naîf Bîlmedî, ji ber ku operasyona Cerablûsê di rojnameya Evrenselê de şîrove kir, ji zanîngehê hate dûrxistin.

Naîf Bîlmedî, ji ber sedema ku ramana xwe ya têkildarî Cerablûsê di rojnameya Evrenselê de şîrove kiribû û ji kar hate dûrxistin, got, ‘’ez ne veterîner im, mamosteyê têkiliyên navnetewî me, ez li gorî mamostetiya xwe tevgeriyam û têkildarî qada xwe ya pisporiyê axivîm.’’

Bîlmedî biryara der heqê wî de hatiye dayin ji Ozgur Radyo re nirxand, diyar kir ku analîzên siyasî li gor pêdiviya pîşeyê xwe kiriye.

Bîlmedî têkildarî sûcdariyên ku zanîngeh li ser dike wiha got, ‘’ Di ser şîroveya min re, bi temamî bi xwendina niyetê hin sûcdariyan dikin. Tê gotin gotebêjiyên dij yekitiya welêt min kirine. Min şêwazeke ku welatiyan li hev sor dike bi kar aniye. Tê gotin, nirxandinên min ziyanê digihînin saziyên dewletê. Bi hênceta ku pêşniyarên me bi daxwaza sernekeftina operasyonê ne, ez ji peywirê hatim dûrxistin.’’

Bîlmedî got, ‘’ez ne veterîner im, mamosteyê têkiliyên navnetewî me, ez li gorî mamostetiya xwe tevgeriyam û têkildarî qada xwe ya pisporiyê axivîm’’ û bi berdewamî got, ‘’peywira min ew e ku ez weke akademîsyenkî welatiyan, raya giştî rast agahdar bikim, hewl didim ku bi awirên cuda em li meseleyan binerin û li ser sedem û encaman bifikirin. Tişta ku min kirî ev e.’’