Doza Kobanê: HDP’ê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê roleke mirovî girt ser xwe

Siyasetmedarê girtî Nazmî Gur ê di danişîna doza Kobanê de axivî, diyar kir ku HDP’ê li dijî êrîşên DAÎŞ'ê roleke mirovî lîst û wiha got: “Tiştên ku Îsraîlê li Xezayê kirin girantir li wir hatin kirin.”

43’emîn danişîna Doza Kobanê bi rûniştina 4’emîn a li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dewam kir. Di doza ku 18 jê girtî 108 siyasetmedar tên darizandin de belgeyên li dosyayê hatin zêdekirin hatin xwendin.

Siyasetmedarê Kurd Nazmî Gur diyar kir ku hin dozger û dadgerên li doza wan dinêrin AKP’î ne. Gur, destnîşan kir ku kesekî ji AKP’ê bûye parlamenter endamê AYM’ê ye û da zanîn ku daraz ne serbixwe ye. 

Gur, bi lêv kir ku HDP’ê li dijî êrişên DAÎŞ’ê yên li Kobanê rolek mirovî lîst û wiha berdewam kir: “Tiştên ku Îsraîlê li Xezayê kirin girantir li wir hatin kirin.”

Gur wiha domand: “Biryara hem DMME û hem jî Dadgeha Destûra Bingehîn heye ku îfadeya şahidên nepenî divê esas neyê girtin. Xuya ye ku li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn dadgeheke bi qanûnê tê parastî re rû bi rû ne. Di vir ve pirsgirêka sereke bêalîbûna dadgehê ye. Em dizanin ku dadgeh şertên bêalîbûn û serxwebûnê pêk nayine. HSK û bi giştî daraz ji rêvebiriyê ne ser bi xwe ne.

Danişîn taloqî sibê saet 10.00’an hat kirin.