Doza endamê PM’yên DBP’ê hate despêkirin

Runiştina doza yekem a di derbarê 27 siyasetmedarê Kurd de ku11 endamên PM DBP’ê jî di nav de hate dîtin. Endama berê ya DBP’ê Kanlibaş li gel endama KJA Toprak û Ridvan Sîncar jî hate berdan.

Rûniştina doza yekem a di derbarê 27 siyasetmedarên ku ku 11 jê girtî ku di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî ku meha Nîsana sala borî Hevseroka Yekîtiya Rêveberiya Herêmên Demokratîk a Partiya Hermên Demokratîk Çimen Işik jî di nav de, endamên berê yên PM ên DBP’ê Pero Dundar, Yûsûf Koyûncû, Tûran Genç, Olcay Kanilbaş û Abdullah Cîn û endama KJA ya ku hate girtin Zozan Toprak hatibûn girtin li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate destpêkirin. Rûniştina doza yekem a bi sûcê “Rêxistin avakirin û birêvebirin” ku qasî 22,5 sal ceza tê xwestin hatibû vekirin Çîmen Işik, Olcay Kanlibaş, Pero Dundar û Tûran Genç ên li girtîgehên Amedê beşdarî dozê bûn. Di dozê de xizim û malbatên kesên girtî û li ber girtinê ne li gel HDP’ê rêveberên DBP’ê jî amade bûn.

GIRTIYAN PARASTIN KIRIN

Çîdem Işik parastina xwe kir û diyar kir ku hemû îdîayên ku di dosyayê de ne xebatên partiyê ne. Işik têkildarî îdîayên şahidên veşatî yên bi navê Cesûr Yurek û Ruzgar jî wiha got: “Berojavî gotinên şahidan ez ne rêvebera KCK’ê me, revebera partiya siyasî me.”

Pero Dundar a ku parastina xwe bi Kurdî kir wiha got: “Eger ku rewşên di aliyê AKP, MHP û CHP’ê de nebin sûc, di xebatên me de kirine sûc. Ev xebat di rêziknameya DBP’ê de cih digire. Eger xebatên ji bo taxan sûc be wê demê rêziknameya DBP’ê divê nehatiba qebûlkirin. “ Dundar îdîayên şahidên veşartî ên weke kû çûye Qendîl qebûl nekir û got: “Jixwe roj bi roj, kêlî bi kêlî em tên şopandin. Çi wextê çûm Qendîl û hatim, ez pir mereq dikim.”

Olcay Kanlibaş a ku ji sala 2014’an ve hatibû girtin diyar kir ku heta wê rojê jî endama Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Herêmî ya DBP’ê bû. Kanlibaş wiha got: “Di 106 şaredariyan de xebatên girêdayî polîtîkayên jinan de min cih girt. Lê hemû xebatên me hatin îlegalîzekirin.”

Tûran Genc jî diyar kir ku di xebatên tîmên rêveberiya herêmî ya DBP’ê de cih girtiye, xebatên ku hatine kirin weke sûc li dosyayan hatine zêdekirin.

Piştî parastina hete kirin û şûn de Îbrahîm Dûrmûş, Serdar Tosûn, Abdullah Cîn, Ridvan Sîncar û Bûrak Mak ên li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê ne û Orhan Karca yê ku li Girtîgeha Tîpa F a Manîsayê û Sûzan Topra jî ya li Girtîgeha Jinan a Sîncanê yek bi yek bi rêya SEBGÎS’ê beşdarî dadgehê bûn. Girtiyan diyarkirin ku bi sed kêlometreyan ji dadgehê dûr in û beşdarî dadgehê bûne, daxwaz kirin ku li pêiya dadgehê îfade bidin.

PARÊZERAN PARASTIN KIR

Parêzer Cîhan Aydin diyar kir ku dosya bi awayekî bê hiqûqî hatine amadekirin ji destpêkê heta dawî ji delîlên bê bingeh hatine tijîkirin.

Parêzara Çîmen Işik û Olcay Kanlibaş Ferîde Laçîn destnîşan kir ku hema hema piraniya îdanameyê bi gotinên şahidên veşatî hatiye amadekirin û ev li dijî qanûnê ye, daxwaz kir ku gotinên şahidên veşartî jî dozê bên rakirin.

Parêzer Şivan Cemîl Ozer jî bibîr xist ku hemû aktibîteyên çalakiyê yên ku di îdanameyê de hatine bicihkirin, hemû jî ji aliyê Desteya Rêveberiya Navenda partiyê ve hatine girtin û got: “Ya li vir di kesayeta parlemterên me de DBP’ê û xebatkarên DBP’ê tên darezandin.”

TALOQÎ 10 GULANÊ HATE KIRIN

Heyeta dadgehê, biryar da ku girtiyên ku bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî dadgehê bûne di rûniştina bê de li salonê bên amadekirin. Her wiha heyeta ku biryara berdana Ridvan Sincar, Olcay Kanlibaş û Sûzan Toprak da, doz taloqî 10 Gulanê kir.