Demîrtaş: DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tê parastin!

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li serdanên serxweşiyê de bal kişand ser berpirsyariya hikûmeta AKP'ê ya di komkujiyê de û destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tê parastin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li serdanên serxweşiyê de bal kişand ser berpirsyariya hikûmeta AKP'ê ya di komkujiyê de û destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tê parastin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, malbatên mirovên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane ziyaret dike û sersaxiyê dixwaze. Tevî Demîrtaş, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Celal Dogan jî tevlî serdanan dibe.

Demîrtaş li Komeleya Dihêyiyan a li Fatîhê çû serxweşiya malbata Fatma Esen a di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da û piştî serdanê daxuyaniyeke kurt da çapemeniyê.

'DEWLET BÊYÎ LI BER XWE BIKEVE, DIKENE!'

Demîrtaş da zanîn ku ji ber wan nikarîbûn mirovên xwe biparêzin, gelekî xemgîn in û para xwe ya di komkujiyê de dibînin.

Demirtaş, wiha got: "Em berpirsiyarî û kêmasiyên xwe qebûl dikin. Lê dewlet hînê jî vê yekê qebûl nake. Dewlet bêyî li ber xwe bikeve, li pêşberî vê komkujiyê dikene. Rayedarên dewletê îstîfayê jî ji bo xwe wekî zilmê dibînin." 

Demîrtaş bal kişand ser êrîşên polîsan û wiha got: "Destûr nedan ku cenazeyan û birîndaran rakirin. Polîsan ji bo cenazeyên xwe ranekin êrîş kir. Kesên 2 rojan çalakiya boykotê kirin jî rastî êrîşan hatin. Destûr nadin ku em li cenaze û birîndarên xwe jî xwedî derkevin. Serokwezîr got 'Ev êrîş li dijî me pêk hatiye'. Lê we bi xwe êrîşî cenazeyan dikin. Polîsan bombeyên gazê avêt nava kuştiyan û birîndaran. Ev çawa biratî ye. Li Amedê û Pirsûsê jî heman dîmen rû dan. Dewlet Kujerê dewamî ye. Em dibînin ku DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tê parastin. Hînê hikûmetê komkujiya Amed û Pirsûsê de bûyer ronî nekiriye. We çima Midûrê Polîsn ê Amedê terfî kirin? We çima êrîşkarê bombeyî negirtin? We çima piştgirê bombekarên Enqereyê negirtin? Her roj bi sedan kes tên binçavkirin. Ji ber ku DAIŞ ji aliyê Serokwezîr ve tên parastin." 

Demîrtaş piştî ziyareta şîna Esen derbasî navçeya Zeytînbûrnû bû û şîna Dîcle Delî ziyaret kir.