DBP û HDP'ê nerazîbûn nîşanî girtina TV û radyoyan dan

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), girtina 10 TV û qenalên radyoyê şermezar kirin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser girtina 10 TV û qenalên radyo yên mûxalîf, daxuyaniyên nivîskî weşandin û girtina wan şermezar kirin.

Di daxuyaniya DBP'ê de hat ragihandin, girtina Azadî TV, Denge TV, Hayatin Sesî TV, Jiyan TV, TV 10, Van TV, Zarok TV, Ses Radyo, Dunya Radyo, Yon Radyo darbeya li çapemeniya azad e û hat gotin, Zarok TV yekane qenala bi Kurdî ji bo zarokan weşanê dike û Jiyan TV jî yekane qenala televîzyonê ya bi zaravayê Dimilkî weşan dikir, bûn. DBP'ê da zanîn, ku TV 10 jî li ser çand, kevneşopî û jiyana civaka Elewî weşana xwe dikir got, "Ev biryar, darbeyek li azadiya çapemeniyê û mafê agahîwergirtinê yê civakê hatiye xistin e."

HDP: AKP KU NIKARIBE SERÎ BIDE TEWANDIN, JI HOLÊ RADIKE

Di daxuyaniya HDP'ê de hat ragihandin, girtina 10 qenalên TV û radyo di roja dirêjkirina dema Rewşa Awarte de, darbe ye û hat destnîşankirin, ku ev pêkanînên li dijî çapemeniyê cihê xwe di hiqûqa navxweyî û navneteweyî de nîne. HDP'ê diyar kir, ev qenalên çapemenî weşanê, bi rengekî korsanî hatine girtin û da xuyakirin, ku desthilatdariya AKP/Erdogan nîşan da ku bi ti awayî nikare xwe li dengekî mûxalîf rabigire. HDP'ê da zanîn, ku AKP/Qesr hewl dide her kes jê re bîatê bike, serî bitewîne û yên nikarin pê, yekser hedef digire û ji holê radike.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Eger li welatekî azadiya fikir û ramanê tine tê hesibandin, pêşî li mafê agahîwergirtin û azadiay ragihandinê tê girtin, hingî li wî welatî her roj dikare her tişt bê kirin. Em vê biryara nehiqûqî şermezar dikin." HDP'ê bang li hemû navgînên medyayê kir ku li dijî van pêkanînên li derveyî hiqûqê dengê xwe bilind bikin.