Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî gundê Şergîrat û Sirîn kirin

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi hawan û çekên giran êrîşî çeperên YPG’ê yên li nêzî bajaroka Sirîn û gundê Şergîrat ê Eyn Îsa.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi hawan û çekên giran êrîşî çeperên YPG’ê yên li nêzî bajaroka Sirîn û gundê Şergîrat ê Eyn Îsa.

Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê 23’ê Mijdarê saet di navbera 11.00-12.00’an de bi çekên giran êrîşî bejahiya gundê Şergîrat ê li rojhilatê bajaroka Eyn Îsa kirine.

YPG got: "Di navbera 23’ê Mijdarê saet 20.00’an û 24’ê Mijdarê saet 02.00 de çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî bi navber bi hawanan û çekên giran êrîşî çeperên hêzên me yên li nêzî bajaroka Sirîn a girêdayî Kobanê kirine.”