Bîlançoya hefteyekê ya şerê Mûsilê

Di hefteya yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de, 75 gund û bajarok hatin rizgarkirin. Her wiha 772 çete hatin kuştin û 23 çete jî dîl hatin girtin.

Navenda ragihandina şer a artêşa Iraqê bi daxuyaniyekî nivîskî navê 75 gund û bajarokên di hefteya yekem a operasyona rizgarkirina Mûsilê de hatine rizgarkirin, eşkere kir.
 
Navên gund û bajarokên hatine rizgarkirin wiha ne:
 
Baz Xire, Baz Kirtan, Tircle, Kibrelî, Xirap Silgan, Şêx Emîr, Şaqulî, Binde Mezin, Binde Biçûk, Sirt, Mihendis Nasr, Sîewiye, Zawiye, Wadî Sif, Wadî Fic, Cedîde Xerbiye, Necme Siflî, Kibr Nayf, Nasiye, Seyîd Hesen, Bîcwaniye Elîlaw Siflî, Bişmaniye, Sirc, Mihendis Şerq, Lizake, Zawiye, Xalîdye, Eyîn Mirmiye, Biycwaniye Palpe, Dirc, Bikr el Walî, Bikir Paniye, Rifle, Birgele, Şiwîrat, Miftl, Tilwl, Nasir, Am Minasîs, Til Şûk, Fifîle, Eîn Mirmey, Selahiye, Sîdawe, Mihmel Kibrît, Mişraq, Hîc, Mikûk, Diwazat, Xibage, Mişreq, Sifîne, Nienae, Qaçiwa el Hemedaniye, Hirare, Elresîf, Elşurî el Cidîde, Mixazin Weqûd, Îbrahîm Xelîl, Ebale, Kanî Hiramî, Bilawat, Asfiye, Guybe, Abo Fişke Elîla, Îxuyine, Eîn, Şik Elîla Walsfay, Sefîne, Secme, Sef Tut, Tilul Mihar û Elhud.
 
Navenda diyar kir, di operasyonê de 772 çete hatine kuştin, 23 çete dîl hatine girtin û 127 wesayitên bombebarkirî hatine desteserkirin. perasyona Mûsilê di roja 8. de didome.