Bîehl: HDP'ê pêşî li serdestiya AKP'ê ya li Meclîsê girt

Nivîskar, hunermend û tercûman Janet Bîehl diyar kir ku HDP'ê bi desteka ji çepa demokratîk a Tirk re serketineke girîng bi dest xistiye û destnîşan kir, ku bi vê serketina HDP'ê re AKP'ê yekemcar serdestiya xwe ya li Meclîsê winda kiriye.

Nivîskar, hunermend û tercûman Janet Bîehl diyar kir ku HDP'ê bi desteka ji çepa demokratîk a Tirk re serketineke girîng bi dest xistiye û destnîşan kir, ku bi vê serketina HDP'ê re AKP'ê yekemcar serdestiya xwe ya li Meclîsê winda kiriye.

Janet Bîehl di axaftina xwe ya ji bo ANF'ê de bal kişand ser rewşa heyî ya li Bakurê Kurdistanê, ku gelê Kurd bi biryardarî xwerêveberiyên xwe ava dike û got, "Dewleta Tirk ev demeke dirêj e li hemberî 20 mîlyon welatiyên Kurd ên li nava sînorên Tirkiyeyê dijîn, xwedî hêrs û nefretê ye. Dewlet, zêdeyî 20 sal in hewl dide mafên bingehîn, daxwaza mafên çandî, zimanî, siyasî û mafên mirovan ên gelê Kurd ji holê rake. Di şerê dewletê yê li hemberî têkoşîna PKK'ê de bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan. Ev pêvajo îro jî dewam dike. Hêzên dewletê, tevî bomberdûmanên xwe yên li hemberî hêz û baregehên PKK'ê, di heman demê de li bajar û navçeyên Kurdan ên weke Cizîr û Farqînê, bi mebesta kuştinê qedexeya derketina derve pêk tîne."

Janet Bîehl sedema zêdekirina şîdeta li Kurdistanê, ku piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê ji aliyê AKP'ê ve hat meşandin, bi vî rengî rave kir:

"Ji bo karibe wezîran û nîvê dadgerên destûra bingehîn wezîfedar bike, karibe ji wezîfeyê derxîne û bibe xwedî wê erkê ku kengî bixwaze karibe parlamentê tesfiye bike yan jî li gorî dilê xwe biryaran jê derxîne, hikûmeta AKP'ê di mijara 2012'an de dabû xuyakirin ku ew dixwaze destûra bingehîn revîze bike. Vê yekê wê bi awayekî vekirî û yekser, dîktatoriyekê biafiranda.

Di hilbijartinên Hezîrana 2015'an de AKP li bendê bû ku hejmareke têrker a parlamenteran bi dest bixe ji bo vê sîstemê ava bike. Lê belê HDP'ê bi desteka çepa demokratîk a Tirk re serketineke girîng bi dest xist. Benda ji sedî 10'an a ji bo dervehiştina partiyên Kurd hatibû danîn, bi rêjeya ji sedî 14'an derbas kir û bi vê serketinê re yekemcar AKP'ê piraniya endamên parlamentê winda kir."

Bîehl da zanîn, ku hikûmeta AKP'ê ya ku xwest ji nû ve li ser parlamentê serdest be, Peymana Dolmabahçeyê ya pêvajoya aştiya bi Kurdan re danî aliyekî, ji aliyê demagojîk ve dijminatiya li Kurdan xwedî kir û HDP weke 'terorîst' ragihand. Bi destê DAIŞ'ê li hemberî aktîvîstên HDP'ê li Amed, Pirsûs û Enqereyê êrîşên bombeyî hatin kirin, di bin çavdêriya polîsan de avahiyên HDP'ê hatin şewitandin. Hikûmeta AKP'ê ji DYA re ragihand ku ew tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê dibe, lê belê berê artêşa Tirk da baregehên PKK'ê yên li Iraqê."

Li ser tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Bîehl bal kişand ser girîngiya azadbûna Ocalan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevgera Azadiyê ya Kurd, di têkiliyên bi dewleta Tirk re weke nûnerê xwe Ocalan destnîşan kiriye. Girîng e Ocalan bê azadkirin. Bi lîderiya Ocalan re tevgear Kurd û hevalbendên wê, altenatîfeke demokratîk a xwe dispêre gel û organên xwe yên rêveberiyê ji jêrê ber bi jorê ve birêxistin dike, pêşkêş dikin. Ev sîstem, azadiyên sivîl diparêze û azadiya jinê di pratîkê de nîşan dide. Konsepta ku Ocalan pêşkêş dike, pêşî li hegemonyayeke siyasî ya dema pêş digire. Li şûna vê yekê civakeke ji gelek etnîk, ol û çandan, diyar dike."

DIVÊ DYA PKK'Ê JI LÎSTEYA 'RÊXISTINÊN TERORÎST' DERXÎNE

Bîehl di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de bal kişand ser rola hêzên PKK û hêzên YPG/YPJ'ê û destnîşa kir, ku van hêzan li Kobanê, Şengalê, Til Ebyad û gelek cihên din nîşan dan, ku ji aliyê leşkerî ve li dijî DAIŞ'ê xwedî bandoreke awarte ne. 

Bîehl diyar kir ku van hêzan bi tenê di nava meha Mijdarê de 200 gund rizgar kirin û got, "Tevî vê yekê, di têkoşîna li hemberî DAIŞ'ê de bi hêzên koalîsyonê yên bi pêşengiya DYA re hevkariyê dikin."

Bîehl da zanîn ku DYA ji aliyekî ve bi hêzên pêwendiya xwe bi PKK'ê re heye dixebite, li aliyê din jî PKK'ê weke rêxistineke 'terorîst' pênase dike û destnîşan kir, ku ev yek ji bo DYA rewşeke şîzofrenîk e. 

Bîehl got, "Nabe ku ev nakokî demeke din bê dewamkirin. Pêwîste Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), navê PKK'ê ji nava lîsteya 'rêxistinên terorîst' a Wezareta Karên Derve derxîne.

Bîehl diyar kir ku hemû hikûmetên xwedî feraseta mirovahiyê, girîng e hem ji Kobanê û Şengalê re alîkariya însanî pêşkêş bikin, hem jî di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de çekên giran bidin hêzên Kurd.

JANET BÎEHL KÎ YE?

Janet Bîehl a li Îngilîstanê dijî, nivîksar, hunermend û tercûmaneke serbixwe ye. Di Kanûna 2014'an de, tevî heyeteke navneteweyî ya ji akademîsyen, lêkolîner û rojnamevanan, li Rojava lêkolîn pêk anî. Bîehl li ser ekolojiya civakî, komunalîzm û siyaseta ekofemînîst dixebite. Bîehl demeke dirêj bi fîlozofê polîtîk û teorîsyenê civakî yê çepa azadîxwaz Mûrray Bookchîn re xebitî.