Bi deh hezaran li Antalyayê Newroz pîroz kir

Newroza Antalyayê bi tevlîbûna deh hezaran mirovan bi awayekî bicoş hate pîrozkirin.

NEWROZ

Newroza Antalyayê bi tevlîbûna deh hezaran mirovan bi awayekî bicoş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşma “Dem dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin de jî peyama bingehîn bû daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. 

Gelê ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bû her tim dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” , “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî bi gotina stranên Kurdî yên Koroya Zarokan a Aryenê dest pê kirin. Dû re Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Antalyayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr gel silav kir.

Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Antalyayê ya DEM Partiyê Nesîbe Bahadir a ewilî axivî, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike, bi bîr xist û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Bahadir wiha got: “Em ê bi dengê jinan bibêjin ‘Jin, jiyan, azadî’.”

Pişt re Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Antalyayê Kemal Bulbul axivî û bi bîr xist ku AKP 15 sal in Kepezê bi rê ve dibe û diyar kir ku navçeya Kepezê weke çiravê lê hatiye. Bulbul bi lêv kir ku di encama xaçerêyên nayên çêkirin rojên borî welatiyekî di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û got: “Em ê ji tu navçeyan û şaredariyan paş ve neçin.” Bulbul bal kişand ser hevdîtinên dewleta Tirk ên bi Iraq û Herêma Kurdistana Federe re wiha berdewam kir: “AKP planeke Sedam a nû amade dike. Li aliyekî çû Bexdayê li aliyekî çû Hewlêrê. Çû Washingtonê. Ji bo ku Kurdan qetil bike destûrê dixwaze. Niha li qadê 30 hezar mirov hene. Newroza Antalyayê Newroza fînalê ye. Her dengê ku li Antalyayê were dayîn li dijî tecrîda li Îmraliyê helwesteke, silavkirina siyasetmedarên girtî ye û berteka qeyûman e. Tê wateya gotina ‘em li Antalyayê hene em ê hebin’. Me ji vir wekîl wergirt em ê ji niha şunda şaredariyê jî bigirin.”

Dû re parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç axivî û bi pîrozkirina Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin dest bi axaftina xwe kir. Olûç, deklerasyona Newroza 2013’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsî bû bi bîr xist û wiha got: “Beriya 11 salan di Newroza Amedê de têkildarî jiyaneke wekhev û di nava demokrasiyê de ya hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê Deklarasyona Aştiyê hate xwendin. Em wê rojê li pişt wê Deklarasyona Aştiyê bûn, piştî 11 salan îro em li Antalyayê li pişt wê deklarasyonê ne. Mirovê ku ji bo aştiyê hişê xwe fikra xwe, xwe bi xwe daniye holê li Îmraliyê li dijî wî tecrîdeke bêhiqûqî û derveyî mirovî tê pêkanîn.”

Olûç, ji bo ku tecrîd were bidawîkirin, ji bo aştiyê gav were avêtin û ji bo azadiyê muzakere were kirin bang li desthilatê kir û got: “Qasî ku em dibêjin aştî, Tayîp Erdogan dibêje şer û pevçûn. Em dijminatî û nebaşiyeke bi rêxistinî re rûbirû ne. Me li dijî vê têkoşîna aştiyê ya bi rêxistinkirî meşand, em dimeşînin. Desthilateke ku dixwaze gelekî ruhê azadiyê temsîl bike ji holê rake heye. Vaye vî gelî îro li qada Newrozê bersiv da.”

Newroz bi vêxistina agirê Newrozê ya Dayikên Aştiyê û gerandina govendê bi dawî bû.

 


 [H1]