Bi dagirkirina şaredariyan re propagandayên 'diktatoriyê' dikin

Şaredariyên ku AKP'ê bi qeyûm desteser kirî, propagandayên 'Erê' dike.

Hikûmeta AKP'ê, referandûma 16'ê Nîsanê ku wê diktatoriyê bixin dengdanê, şaredariya Giyadin a ku qeyûm hatibû wezîfedarkirin, şaredarî ji bo dengê 'Erê' tê bi karanîn. Şaredariya ku hatî dagirkirin li ser avahiya şaredariyê pankarta “Ji destûra bingehîn a nû re ‘Erê'” hatiye daliqandin.

Avahiya şaredariyê ku weke avahiyek ya xizmeta civakê ye, bi posterê Serokkomarê Tirk Erdogan û pankarta ku li ser nivîsandî “Ji destûra bingehîn a nû re ‘Erê'” balê dikişîne.

Welatiyên bajêr li dijî vê nerazîbûn nîşan dan.

Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dirayet Taşdemir jî got: "Li Giyadinê cihekî nabînin ku pankart daliqînin, avahiya ku dagir kirin pankartê lê didaliqînin.”