Berxwedana Emîne Senyaşar li ber wezaretê dewam dike

Emîne Şenyaşar a ku li ber Wezareta Edaletê Nobeta Edaletê didomîne got, “Kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin, yê din xistin hucreyê. Ji tirsa deriyan mifte dikin."

 Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşê dikana malbata Şenyaşar kir. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di êrîşê de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetikirin li Enqereyê li ber Wezareta Dadê didome. 

‘JI TIRSA XWE DERIYÊN WEZARETÊ MIFTE DIKIN’

Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ên hatin ber deriyê wezaretê, tevî hemû astengiyên polîsan çalakiya xwe di roja 76’an de domand û daxwaza xwe ya edaletê dubare kirin. Emîne Şenyaşarê bi gotinên “Lawên min li nexweşxaneyê qetilkirin, yê din xistin hucreyê. 6 sal in nobetê digirim û ji vê qet şerm nakin. Qet rehma wan nîne? Polîsan li dora min kom dikin. Bila lawê min berdin ez biçim mala xwe. Ji tirsa xwe deriyên Wezaretê mifte dikin” bertek nîşan da.