Berdana Çelebî yê 30 sal in girtî ye hat astengkirin

Parlamenter Newroz Uysal ragihand ku berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye bi hinceta nêrina “xweşhalî nîn e” ya “lijneya taybet” hate astengkirin.

Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê Newroz Ûysal ser hesaba xwe ya medya dijîtal ragihand ku berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye û di Girtîgeha Tîpa S ya Antalyayê de tê ragirtin, bi hinceta “xweşhalî nîn e” hatiye astengkirin. 

Uysal da zanîn ku li gorî agahiya pê re hatiye parvekirin “lijneya taybet” a îdareya girtîgehê berdanê asteng kiriye û ev tişt gotin: “Nûrettîn Çelebî diviya îro bihata berdan lê belê ji me re hat gotin ku berdana wî ji ber nêrîna ‘têkiliya wî ya bi rêxistinê re berdewam dike’ ya “lijneya taybet” hatiye astengkirin. Me têkildarî “lijneyên taybet” her çiqas pirs ji midûrê girtîgehê re pirsîbin jî ew ji me re got ku ‘lijneyên teybet’ di hemû girtîgehan de ji ber ‘sûcdariyên terorê’ hatine avakirin û diyar kir ku ev yek tenê bi girtîgeha wan re bisînor nîn e.”  

Ûysal di parvekirina xwe de ev pirs pirsîn: “Em dipirsin, di girtîgehan de derveyî Lijneyên Îdare û Çavdêriyê de kê û kê cih digirin? Bingeha qanûnî ya avakirina van lijneyan çiye? Di nav sepana dualî ya rejîma înfazê de lijneyên taybet ji kengî ve dixebitin?