Akin: Heta ku tecrîd bidome nabe qala mafên mirovan bê kirin

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got: “Gelo bi kûrkirina polîtîkaya tecrîdê hûn ê mafên mirovan biparêzin? Heke qala Destûra Bingehîn bê kirin divê beriya hert tiştî ji Tirkiye ji qirêjiyê pak bibe.”

Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin di sala nû ya qanûndanînê ya Meclîsê di komcivîna partiya xwe de têkildarî geşedanên rojevî de nirxandin kir. Akin, diyar kir ku di nava du rojan de gelek endamên partiya wan hatine binçavkirin û xwest ku demildest bên berdan û wiha axivî: “Yek ji girîngtirîn pirsgirêka Tirkiyeyê pirsgirêka kurd e. Me têkildarî vê pirsgirêkê daxuyaniyek da. Lê belê çapemeniyê ev daxuyanî berevajî kir û bi taybet jî li ser hevberdevka me Çîgdem Kiliçgun Uçar dest bi êrişan kir. Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Gotina me ya ‘pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin lewma hemû gelên Tirkiyeyê bedelekî giran dide’ hate berevajîkirin û weke ku me gotibe ‘gelê Tirk bedelekî giran dide’ hate berevajîkirin. Di vê mijarê de em bi taybet jî daxuyaniya Şêwirmendê Serokkomar Oktay Saral biexlaq nabînin."

 ‘EV PÊVAJO WIHA BERDEWAM NAKE’

Akin ev nirxandin kir: “Li Tirkiyeyê hewcehî bi guherîn û aştiyê heye. Di serî de pirsgirêka Kurd, hewceye hemû pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Bi dehan sala ye hewl didin bi polîtîkayên ewlehiyê van pirsgirêkan çareser bikin û hêj jî heman rêbaz tê domandin. Divê êdî were fêmkirin ku bi vê rêbazê pirsgirêk çareser nabin. Êdî dema aştiyeke birûmet û adilane hatiye. Ma êdî dê çend bombe biteqin û ev rewşa tundiyê bidome? Em dibêjin êdî bes e. Mimkin nîne ku ev pêvajo wiha bidome. Şensekî bidin aştiyê. Em bi israr in ku her pirsgirêk ne bi tundiyê lê bi rêyên demokratîk were çareserkirin. Yek ji bingeha herî girîng a çareseriyê jî parlamento ye. Divê pirsgirêkên civakî hêj giran nebûyîn bi rêbazên demokratîk û bi awayekî lezgîn li Meclîsê bên çareserkirin. Cihê çareseriyê Meclîs e û divê Meclîs were karîgerkirin. Em qebûl nakin ku pêvajo wiha bidome. Em feraseta ku îradeya 600 parlamenteran xesp dike û Meclîsê mîna noterê dinirxîne qebûl nakin. Di serdema nû de em ê li Meclîsê ji bo Destûra Bingehîn a demokratîk û sivîl veguherînin qada têkoşînê.

NÎQAŞÊN LI SER DESTÛRA BINGEHÎN

Serokkomarê AKP’î di axaftina xwe Meclîsê de got ku dê Destûra Bingehîn a nû ku hemû kesî digire nav xwe amade bikin û krîterên Kopenhagê weke krîterên Enqereyê bixin meriyetê. Pêdiviya Tirkiyeyê bi peymaneke nû ya civakî heye û îdiaya me ew e ku destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk amade bikin. Em dibêjin ku heke li gorî Krîterên Kopenhagê bikevin meriyetê, wê demê taybetiya herî sereke ya van krîteran demokrasî ye. Wê demê em ji Erdogan dipirsin, gelo rejîma bêqanûntiyê dê bibe krîterên Enqereyê? Gelo tunehesibandina biryarên DMME’yê dê bibe krîterên Enqereyê? Gelo hûn dê bi binpêkirina demokrasiyê re çawa serweriya hiqûqê pêk bînin? Gelo dê polîtîkaya necezakirina sûcên qirkirinê dê bibe krîterên Enqereyê?

AKP-MHP DESTÛRA BINGEHÎN A 12’Ê ÎLONÊ BI KAR TÎNE

Gelo dê desthilata AKP-MHP’ê bi xespkirina îradeya gel, bi girtina partiyan û bi rejîma qeyûman krîterên Enqereyê ava bike? Gelo hûn ê bi qedexekirina konseran, sansûrkirina fîlman, bi dijminatiya li çandan û şer, pevçûn û rijandina xwînê ya li erdnîgariyên cuda bi van krîteran bikin? Gelo hûn ê pirsgirêka kurd li şûna xwe bihêlin û polîtîkayên şer li civakê ferz bikin? Ma hûn dê bi girankirina polîtîkaya tecrîdê mafên mirovan biparêzin?  Hûn ê krîterên Enqereyê ku weke alternatîfa Krîterên Kopenhagê ye bi vî awayî amade bikin? Heta ku rewşeke demokratîk li Tirkiyeyê ava nebe em ê nehêlin destûra bingehîn a ku AKP-MHP li pişt deriyan amade dikin û tînin Meclîsê derbas bibe. Desthilata AKP-MHP’ê ku Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê bi kar tîne û ji xwe re rejîmeke otorîter ava kir, ji ewil bila weke nîşaneya jidilbûnê rewşeke demokratîk ava bike.

KOMAREKE NÛ YA DEMOKRATÎK AVA BIKIN

Werin em di sedsala nû de komarê demokratîk bikin. Li hemberî krîterên Enqereyê, ez krîterên Partiya Çepên Kesk bi we re parve dikim. Em amade ne ku piştgiriyê bidin hemû xebatên ji bo Destûreke Bingehîn a azadîxwaz, wekhevîparêz û ekolojîk. Ji bo Destûra Bingehîn a nû bangawaziya me ev e; xwe ji nasnameya otorîter a bingeha xwe ji înkar û tunehesibandinê digire rizgar bibin û komareke nû ya demokratîk ava bikin. Tiştên di pêvajoya Geziyê de hatine jiyîn her kes pê dizane. Heft milyon kes ji bo xwezaya xwe derketin kolanan û çalakiyên demokratîk li dar xistin. Lê îktîdarê weke darbe pênase kir û cezayên giran dan Osman Kavala, Can Atalay, Çîgdem Mater, Tayfun Kahraman û Mîne Ezerden. Em van cezayan qebûl nakin. Em ê xwedî li têkoşîna wan derkevin.

PIRSGIRÊKÊN PIR CIDÎ HENE

Erdogan dibêje ku li gorî welatên din, welatê herî zû birînên xwe yên erdhejê derman kiriye Tirkiye ye. Lê rastiya ku me dîtî ev nebû. Di meha 7’an a erdhejê de em çûn herêmê. Tabloya ku me dîtî, ne mîna çîroka îktîdara AKP-MHP dibêje ye. Berevajî vê ye û pirsgirêkên cidî hene. Rewşekî wisa ya giran heye ku wijdana mirov diêşe. Xelkê me pirsgirêkên mal, av û tenduristiyê dijî. Mijareke din jî polîtîkaya derve ye. Erdogan dibêje; ‘em destê xwe yê dostaniyê dirêjî her devera cîhanê dikin.’ Destê xwe dirêjî ku derê dike? Sûriyeyê, Lîbyayê û welatên din dike. Lê li van welatan her roj mirov tên kuştin. Rewşa Iraq, û Qerebaxê li ber çavan e. Mudaxile û operasyonên li Sûriye û Iraqê tên kirin, rê li ber dijminatiya gelên wan dewletan vedikin û bi xwe re krîza aborî û pirsgirêkên civakî tîne. Ev rêbaz ji berê ve tên ceribandin û bi ser neketine. Hûn nikarin bi vî awayî aştiyê pêk bînin. Tenê parçeyeke polîtîkaya we ya neo-lîberal e. Banga me li gelên me ew e ku tev li kongreya me ya di 15’ê cotmehê de bibin. Ev kongre ji bo me kongreyeke dîrokî ye. Banga me li tevahiya gelên me, mirovan û rêhevalên me ew e ku bibin şirîkê guherîn û gotina kongreyê.”