52 kesên xwestin xwe bigihîne Taksîmê hatin binçavkirin

Li Stenbolê di çalakiyên ji bo 1'ê Gulanê de 52 kes hatin binçavkirin.

Bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Ked û Piştgiriyê, komekê xwest xwe bigihîne Taksîmê, lê belê bû hedefa polîsan. Hat ragihandin, di encama vê destwerdan û êrîşa polîsan de 52 kesên xwestin xwe bigihînin Taksîm a "qedexekirî" hatin binçavkirin.

Di vê navberê de xwendekarekî Alinterî yê navê wî nehat hînbûn, ku ji hewl dida ji Mecîdiyekoyê biçe Taksîmê, ji ber kapsula bombeya gazê li çavê wî ket, birîndar bû.

Li kolana Talîmhaneyê jî Yekîtiya Têkoşînê, BDSP, SODAP û Dev-Tekstîlê xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polîsan destûr nedan vê daxuyaniyê û êrîş kirin. Di encama vê êrîşê de 5 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.