KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê şehîdên Zapê bi bîr anî
HPG'ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir ku li Zapê şehîd bûn û got, "Em li pêşberî bîranîna hevrêyên xwe Şoreşger, Dijwar û Baz bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin ku tevlî karwanê nemiran bûn." -
Li Amedê pankarta Onder: Oxir be ji peyamnerê Roja me re
DEM Genç Amedê ji bo Sirri Sureyya Onder li ser pirê pankarta bi nivîsa "Oxir be ji peyamnerê Roja me û qasidê aştiyê re" daliqand. -
Li Dersimê qurbaniyên qirkirinê hatin bîranîn
Di salvegera 88'an a Terteleya Dersimê de qurbaniyên komkujiyên navbera salên 1937-38'an hatin bîranîn. Li Navenda Dersimê meşeke bi bêdengî hate lidarxistin. -
Li Şengalê semînera 'Diyalogên jiyana azad'
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de li navenda Şengalê bi sernavê 'Diyalogên jiyana azad' semînerek lidar xist. -
Ji HPG'ê bîlançoa şer a meha Nîsanê: Artêşa Tirk a dagirker 9790 carî êrîş kir
HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker meha Nîsanê 9790 carî ji hewayî û bejahî ve êrîş kir. Hate ragihandin ku di êrîşên dagirkeriyê de 4 gerîla şehîd bûn. -
Ji KCK'ê peyama Sirri Sureyya Onder: Têkoşîna du gelan kir yek
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku Sirri Sureyya Onder karîbû têkoşîna herdu gelan bigihîne hev û destnîşan kir ku xurtkirina têkoşîna demokrasî û aştiyê wê rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî be. -
‘Li girtîgehan hê jî rojnamevan hene’
Rêveberê Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamevanan bi wesîleyê 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de daxuyanî da û ragihand ku li Herêma Kurdistanê di girtîgehan de rojnamevan hene. -
Li Amed, Êlih û Colemêrgê aqûbeta windayan hat pirsîn
Li Amed, Êlih û Colemêrgê bi pêşengiya ÎHD’ê û Xizmên Windayan çalakiyên ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ hatin lidarxistin. -
DFG’ê rapora binpêkirina mafan a meha Nîsanê eşkere kir
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Fıratê (DFG) di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de rapora xwe ya meha Nîsanê ya binpêkirina mafan eşkere kir. -
'Em merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin’
Li Amedê bernameya çalakiyên ku ji bo Cejna Zimanê Kurdî bên lidarxistin, hat eşkerekirin. Di daxuyaniyê de îşaret bi banga Rêber Apo hat kirin û wiha hat gotin, “Em merheleyeke nû ya têkoşina ji bo zimanê Kurdî didin destpêkirin.” -
Kedkaran li qada 1’ê Gulanê axivîn: Sedema xizaniyê şer e!
Kedkarên tevlî 1’ê Gulanê ya li Amed bûn gotin, “Çareseriya krîza aborî di aştî û azadiyê de derbas dibe.” -
‘Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî îşaret bi jiyana hevpar dike’
Parlamantera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît rexneyên li ser konferansa li Qamişloyê nirxand û destnîşan kir ku konferans ne dabeşkirinê lê jiyana hevpar armanc dike. -
Tulay Hatîmogûllari: Ciwan wê civaka demokratîk bi rêxistin bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku bendewariyeke mezin a Rêber Apo ji ciwanan heye û got: “Yên ku civaka demokratîk bi rê ve bibin û bi rêxistin bikin ciwan in.” -
Serdanên girseyî ji bo şîna Pelîn Yilmaz dewam dikin
Serdanên şîna ji bo endamê Konseya Rêveber a KJK’ê Pelîn Yilmaz ku di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, dewam dikin. -
Artêşa Tirk a dagirker 1084 caran êrîş kir
Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 5 caran bi balafirên şer û 1076 caran jî bi çekên giran, top û obusan bombebaran kir. -
Nasnameya gerîlayeke şehîd hate eşkerekirin
HPG'ê nasnameya gerîlayeke li Garê şehîd bû eşkere kir û got, "Em soz didin ku em ê pêkanîna Kurdistana Azad û Rêbertiya Azad ku xewn û xeyala hevrêya me Hêvîdar bû, em ê têkoşîna xwe teqez bi ser bixînin." -
Li Amedê bi hezaran kesî 1'ê Gulanê pîroz kirin
Li Amedê bi hezaran karker û kedkar li hev kom bûn û bi dirûşma 'Ji bo azadiya kedê û civaka demokratîk em li qadên 1'ê Gulanê ne' Cejna Karkeran a 1'ê Gulanê pîroz kirin. -
Li Wanê 1'ê Gulanê: Ked a me ye, gotin a me ye
Li Wanê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya 1'ê Gulanê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên 'Bijî 1'ê Gulanê' û 'Ked a me ye, gotin a me ye' hatin qîrîn. -
PJAK: Têkoşîna kedê têkoşîna hemû civakê ya ji bo azadî û demokrasiyê ye
PJAK'ê, di daxuyaniya xwe ya bi wesîleya 1'ê Gulanê de, destnîşan kir ku têkoşîna kedê ne tenê têkoşîna kedkaran e, têkoşîna hemû civakê ya ji bo azadî û demokrasiyê ye. -
1'ê Gulanê li Şengalê hate pîrozkirin
Şaredariya Gel a Şengalê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran li bajarokê Xanesorê bi çalakiyekê pîroz kir. -
Li Wanê qeza: 28 birîndar
Li navçeya Westan a Wanê otobuseke rêwiyan wergeriya. Di encamê de 28 kes birîndar bûn. -
Rojnamevan Ozdal li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da
Rojnamevan Umît Ozdal ê meha Adarê xwîn çû ser mejiyê wî, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
HPG: Rantxurên şerxwaz bênavber êrîş dikin
HPG'ê ragihand ku ji 1'ê Adarê dema ragihandina agirbestê û vir ve êrîşên dewleta Tirk a dagirker qet nesekinîn û diyar kir ku hêzên ser bi PDK'ê jî hewldanên ambargo, birîna rê, dorpêçkirin û îstîxbarata ji bo dewleta Tirk dewam kirin. -
Ambargoya Iraqê ya li ser Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin
Ambargo û zexta Iraqê ya li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya li Mexmûrê bi meşeke girseyî hate şermezarkirin. -
Dîmenê îmhakirina wesayita zirxî hate weşandin
Gerîla TV dîmenê îmhakirina wesayita zirxî ya artêşa Tirk a dagirker weşand ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di pozîsyona êrişê de bû.