KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Têkoşîna azadiyê ya jinê têkoşîna tevahiya civakê ye'
Gerîlayên HPG'ê Mazlûm Çiyager û Kûrtay Dêrazor gotina "Jin azad nebe, civak jî azad nabe" ya Rêber Apo bi bîr xistin û diyar kirin ku ev têkoşîn ne tenê ya jinan e, têkoşîna hevpar a civakê ye. -
Azadiya Rêber Apo garantiya rêveçûna pêvajoyê ye
Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû destnîşan kir ku ji bo Rêber Apo karibe polîtîkayê bike, şert e ku azad bibe. Endama Meclîsa PAJK'ê Têkoşîn Ozan jî got, divê herî zêde jin pêşengiyê ji pêvajoya nû re bikin. -
Karasû: Divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku PKK wê kongreya xwe lidar bixe û destnîşan kir ku divê Rêber Apo di pêvajoya kongreyê de bikeve dewrê. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê piştî 6 salan radestî malbatê hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Ogûz Çelîk ê ku Qaxizmanê şehîd bibû, piştî 6 salan radestî malbata wî hate kirin. -
HPG: Artêşa Tirk êrîşên hewayî û bejahî dewam dike
HPG'ê ragihand ku hêzên wan di pozîsyona agirbestê de ne, lê belê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên hewayî û bejahî dewam dike. -
42 malbat ji kampeke Dihokê vegeriyan Şengalê
Ji kampeke Dihokê 42 malbatên Şengalî yên di dema fermanê de koçber bûn vegeriyan cih û warên xwe. -
‘Hikumeta Iraqê saziyên leşkerî ava dike, lê îdareya Şengalê ava nake’
Rêvebirê nahiya Sinûnê Xwedêda Çûkê diyar kir ku piştî şikestina rejîma Sedam Hisên û heya roja me rewşa îdarî û siyasî ya Şengalê zelal nebûye û got: ‘’Em xizmeta gelê xwe dikin lê hikumeta Iraqê îdareya Şengalê ava nake." -
Jinek, gerîlayek, senarîstek: Edûlê
Edûlê wek gerîlayeke jin li ser çiyayên azad li ser Serokatî senaryoyek nivîsî ye. Dibêje, ger min jî bi qasî derziyê jî be tiştek kiribe ji bo vê têkoşînê ez ê kêfxweş bim. Niha ew senaryo pêk tê. Li Rojava tê kişandin. -
‘Di mijara azadiya Rêber Apo de divê em bi biryartir bin’
Komîteya Azadiya Rêber Apo ya Başûrê Kurdistanê da diyarkirin ku naskirina derfeta birêveberina pêvajoya çareseriyê ya ji bo Rêber Apo temînata serkeftinê ye û got: “Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bidomînin.” -
Salvegera 8'emîn a berxwedêriya Xanesorê
Êdî gelê Êzidî ji parastinê heta siyaset, xizmetguzarî, jin, ciwan, çand û aborî di hemû mijaran de bû îradeyek. Gelê Şengalê îro jî xwe bi wê berxwedana Komelgeha Xanesorê ya ku beriya 8 salan hatibû pêkanîn, xwe rêve dibe. -
Dayikên Aştiyê: Aştî bi yek alî nabe, bila dewlet jî agirbestê ragihîne
Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo piştgiriya bi banga Rêber Apo ya 27'ê Sibatê li gelek bajaran daxuyanî dan û bang li dewletê kirin ku agirbestê ragihîne. -
Xwebûn bi manşeta ‘Êdî dor a dewletê ye’ derket
Hejmara vê hefteyê ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Êdî dor a dewletê ye’ derket. -
Li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kesî agirê Newrozê dadan
Li Rojhilatê Kurdistanê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê li hev civiyan. -
GOÇ-DER: Divê Kurdên bi zorê ji cih û warê xwe bûne, karibin li warê xwe vegerin
Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçê ya Mezopotamyayê (GOK-DER) xwest, piştî banga Rêber Apo bingeha hiqûqî bê danîn û rê bê vekirin ku Kurdên bi zorê ji cih û warê xwe bûne li warê xwe vegerin. -
Hejmara şehîd û windayên fermanê bi awayê ne fermî hate eşkerekirin
Ofîsa rizgarbûyên dîlên Êzidiyan ên Başûrê Kurdistanê hejmara şehîd û windayên Êzidiyan ên sala 2014’an eşkere kir. -
Li Rojhilatê Kurdistanê aşût: 6 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li qada çiyayî ya di navbera bajarên Bane û Merîwan de aşût çêbû û di encamê de 6 çiyageran jiyana xwe ji dest dan. -
PJAK’ê piştgirî da banga dîrokî
PJAK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî wiha got, “Em ê bi hemû awayî piştgiriyê bidin vê banga Rêber Apo da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyê çareser bibe.” -
NPG: Biryara agirbestê ya PKK’ê ji bo hemû hêzên me derbasdar e
NPG: Di çarçoveya banga Rêber Apo de biryara agirbestê ya ku Partiya me PKK’ê girtiye, ji dîroka 1’ê Adara 2025’ê pê ve derbasdar e, ji bo tevahî hêzên me derbasdar e. -
Jinan li ser sînorê Rojava bang kirin: Banga Abdullah Ocalan hêvî geş kir
Endamên jin ên KESK'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo "Zincîra Aştiyê" ava kirin û diyar kirin ku bi banga dîrokî ya Rêber Apo re hêvî geş bû. -
Li Şengalê ciwanên Êzidî û Ereb piştgirî dan banga Rêber Apo
Yekîtiya Ciwanên Êzîdxanê, Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê û Însiyatîfa Ciwanên Ereb ên Şengalê piştgiriya xwe ya ji bo banga Rêber Apo ragihandin. -
OHD: Ji bo mafê hêviyê divê demildest gav were avêtin
OHD’ê têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo, daxuyanî da. Parêzer Şevîn Kaya got, ji bo mafê hêviyê divê demildest gav were avêtin. -
HPG’ê ji bo bîranîna şehîdên Guherzê çalakî kir
HPG’ê ji bo bîranîna 3 gerîlayên li Guherzê şehîd bûne, çalakî kir. Navenda MÎT’ê ya li navçeya Amediyê bi dronên kamîkaze hatin hedefgirtin. Di çalakiyê de hate tespîtkirin ku dagirkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn. -
Ji Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo daxuyanî
Yekîtiya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo ragihand ku 26’ê Sibatê wan li dijî baregeha Bamernê bi dronên bombebarkirî çalakî kir. -
PKK: Ji îro pê ve em agirbestê îlan dikin!
Komîteya Rêveber a PKK’ê ragihand ku ji bo Banga Rêber Apo ya Aşitî û Civaka Demokratîk pêk were, em ji îro pê ve agirbestê îlan dikin; “Pêkhatina mijarên weke çekdanînê jî bes bi pêşengtiya pratîk a Rêber Apo pêkan e.” -
Elî Bapîr bang li dewleta Tirk ku li gorî peyama Rêber Apo tevbigere
Serokê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Elî Bapîr got, "Ez bi peyama birêz Ocalan dilxweş bûm, hêvîdarim Tirkiye gorî peyama birêz Ocalan biçe."