YPS: Me hêzên xwe ji Nisêbînê kişandin, ji bo sivîl neyên qetilkirin divê demildest tevger çêbibe

YPS’ê diyar kir ku hêzên xwe yên çekdar ji Nisêbînê kişandine, ev bang kir: “Ji bo garantîkirina jiyana dayik û zarokên sivîl û bê parastin ên li Nisêbînê, divê demildest liv û tevger çêbibe, em banga xwedîderketina van mirovên xwe dikin.”

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku berxwedana xwerêveberiyê ya di çarçoveya têkoşîna xweseriya demokratîk ku daxwaza rewa ya gelê Kurd e, li Nisêbînê 72 rojan bi biryardarî û wêrektiya mezin dewam kir. Di daxuyaniya YPS’ê de ev hate gotin: “Hêzên di bin navê dewleta Tirk hereket dikin li gel balafirên şer tevî her cure teknîk bi kar anîn jî domandina berxwedanê heta vê rojê encamek girîng e. Di van şertên ku hêzên dewletê bi awayekî bê perwa her der bi erdê re dikirin yek de guhertina pozîsyonê pêwîst hatiye dîtin. Di çarçoveya biryara li ser vî esasî hatiye girtin de hêzên me ji 25’ê Gulanê ve bi awayekî serkeftî xwe ji bajarê Nisêbînê kişandine û gihiştine bargehên pêwîst.”

Di berdewama daxuyaniya Koordînasyonê de ev hatin gotin:

“Niha li bajarê Nisêbînê ti yekîneyên me yên çekdar nemane. Ji ber vê jî êdî hincetên ku dewleta AKP’ê bajar hê zêdetir hilweşîne jî ji holê rabûye. Ji vê saetê û şûn de her guleyek ku hêzên dewleta Tirk wê bavêje Nisêbînê, tê wateya davêje mirovên bêçek-sivîl. Ji ber ku li qadê ti kesên çekdar nemane.

Bi vê ve girêdayî, li Taxa Alîka (Tûnç) dayik û zarokên sivîl hene. Bi wan re hin birîndarên ku ji ciwanên xwecihî û sivîl jî hene. Jiyana van mirovên bêçek niha di bin xeteriyê de ye. Ji bo parastina mafê jiyanê ya van mirovên sivîl-bêçek ên li Taxa Alîkayê ketina dewrê, wek wezîfeyek mirovahiyê ya tevahî saziyên mafên mirovan, tevahî hêzên demokrasiyê ketiye rojevê.

Em bang li gelê Nisêbîn û Mêrdînê yên welatparêz û tevahî gelê Kurdistanê dikin ku ji bo garantîkirina jiyana dayik û zarokên sivîl û bê parastin ên li Nisêbînê, divê demildest liv û tevger çêbibe, em banga xwedîderketina van mirovên xwe dikin.

Em bang li tevahî beşên li Kurdistan, Tirkiye û qadên navneteweyî alîgirên demokrasî û mafên mirovan in dikin ku berpirsiyartiyên xwe yên di vê mijarê de bi cih bînin. Em bi bîr dixin ku ji bo mirovên me yên sivîl, bêparastin, zarok û kal wek li Cizîrê neyên qetilkirin ketina dewreyê wezîfeyek mirovî ye. Di vê mijarê de em bang li tevahî beşên hestiyar dikin ku bikevin nav liv û tevgerê.”