YPS: Di rojekê de 16 çeteyên Qesrê hatin kuştin, 3 wesayîtên zirxî, 3 Drone hatin rûxandin

Di çalakiyên rojekê yên şervanên YPS/YPS-JIN’ê de ku li Sêrtê di çarçoveya Pêngava Şehîd Çirav li dar xistin, 16 Polîsên Tîmên Taybet/Çete hatin kuştin. Panzerek, Akrepek, Kobrayek û 3 pêgerên keşfê yên Drone hatin îmhakirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê detayên çalakiyan ku di çarçoveya Pêngava Şehîd Çirav de li Sêrtê li dar xistine, da xuyakirin.

YPS’ê diyar kir ku çalakiyên di çarçoveya Pêngava Şehîd Çirav de li Sêrtê hatibûn lidarxistin, beriya niha bi kurtahî hatibûn ragihandin û têkîldarî detayên çalakiyan ev agahî parve kirin:

LI NAVENDÊ 3 NUQTE HEMWEXT HATIN HEDEFKIRIN

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Çirav de yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN’ê 15’ê Tîrmehê danê sibehê saet 03.00’an heta danê êvarî li dijî çeteyên Qesrê çalakiyên berfireh li dar xistin. 3 nuqteyên ku çeteyên Qesrê xwe lê bi cih kiribûn hemwext hatin hedefkirin. Li navenda Sêrtê girê Sere Zine, Leşkergeha Rojhilat û Qereqola Cûmhûriyetê bi çekên ferdî û navîn hatin hedefkirin. Hejmarek mezin kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê hene. Hejmara mirî û birîndaran nehatin zelalkirin.

2 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN RÛXANDIN

Piştî vê çalakiyê, POH’an heta danê sibehê saet 05.00’an hewl dan bikevin taxan. Dema çeteyên Qeserê bi wesayîteke zirxî ya Kobra û yeka zirxî ya Akrep hewl dan bikevin Taxa Ûlûsûyê ji aliyê yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN’ê hatin îmhakirin.

5 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN, 3 DRONE HATIN XISTIN

Vê carê jî çeteyên ku hewl dan bi wesayîtên sivîl bikevin taxan, ji mesafeyek nêz hatin hedefkirin û sekinandin. Li vi bi zelalî 2 Tîmên Taybet ên Polîsan hatin kuştin. Dema çalakiyan de 3 pêgerên hewayî yên keşfê yên bi tîpa Drone hatin xistin. Yek ji Droneyên hatine xistin di dest yekîneyên me de ye.

Komek çeteyên Qesrê yên ketin Taxa Ûlûsûyê dema xwestin kontrola nasnameyan bikin ji aliyê yekîneyên me ve hatin hedefkirin. Li vir 2 Tîmên Taybet ên Polîsan hatin kuştin.

Dema çeteyan xwestin bi panzerê bikevin Taxa Sakarya ji aliyê yekîneyên me ve hatin hedefkirin û îmhakirin. Di heman demê de POH’ek jî bi sûîqestê hate kuştin.

ÇETEYÊN QESRÊ YÊN LI RAWESTGEHA GAPÊ HATIN HEDEFKIRIN

Dema li rawestgeha taksiyê ya Gapê gelek Tîmên Taybet ên Polîsan kom bûn, ji aliyê yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN’ê hatin hedefkirin. Li vir Tîmekî Taybet ê Polîsan hate kuştin. Dibe ku hejmara kuştî û birîndarên çeteyan hê zêdetir bin.

2 ÇETEYÊN QESRÊ HATIN KUŞTIN, MOBESE HATE RÛXANDIN

Danê sibehê saet 09.00’an girê Şextîlkî ji aliyê yekîneyên me ve hate hedefkirin. Di vê çalakiyê de 2 çeteyên Qesrê bi sûîqestê hatin kuştin û mobeseya di têketina gir de jî hate rûxandin.

8 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Dema dijmin xwest bikeve Taxa Sivika, ji aliyê yekîneyên me yên YPS/YPS-JIN’ê bi çekên ferdî û navîn hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de Tîmekî Taybet ê Polîsan hate kuştin.

Heman rojê saet 15.00’an dema 3 wesayîtên zirxî yên Kobra ketin Taxa Congbayirê, li vir 15 Tîmên Taybet ên Polîsan kom bûn. Wesayîtên zirxî û polîs hatin hedefkirin. Li vir bi zelalî 7 Tîmên Taybet ên Polîsan hatin kuştin. Mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan rakirin. Dibe ku hejmara mirî û birîndarên çeteyan hê zêdetir bin.

DI ROJEKÊ DE 16 TÎMÊN TAYBET HATIN KUŞTIN

Di rojekê de bi giştî 16 Polîsên Tîmên Taybet/Çete hatin kuştin. Panzerek, Akrepek, Kobrayek û 3 pêgerên hewayî yên keşfê yên Drone hatin îmhakirin.

ÇETE KETOBER TAXAN BOMBE DIKIN

Piştî çeteyên Qesrê ev derbe xwarin ketober taxên derdor da ber bombeyan. Di vê bomberdûmanê de dayikek û zaroka xwe birîndar bûn û malên gel zerar dîtin.

Çeteyên Qesrê piştî 5 rojan ketin taxê.