YPS: 10 çeteyên Qesrê hatin kuştin, tankek hate derbkirin

Di çalakiyên YPS/YPS-JIN’ê yên li Şirnexê de herî kêm 10 çeteyên Qesrê hatin kuştin, tankek jî hate derbkirin.

Koordînasyona Giştî ya YPS’ê encamên çalakiyên duh li Şirnexê eşkere kir. Di daxuyaniya YPS’ê de ev detay cih girtin:

“26’ê Gulanê yekîneyên me yên berxwedanê li hember çeteyên Qesrê yên ku li 3 malên cuda yên li Taxa Bahçelîevler a Şirnexê bi cih bibûn bi çekên navîn û ferdî çalakî li dar xistin. Ji van nuqteyên bicihbûnê yek hate îmhakirin. Li vir hejmara mirî û birîndaran nehat zanîn. Her wiha tankek ji bo destwerdanê hatibû jî hate hedefgirtin û derbkirin. Dîsa 2 kepçeyên ku hewl dan bikevin taxê jî hatin hedefgirtin, li vir kepçeyek hate rûxandin, kepçeyek jî hate bêbandorkirin.

Heman rojê yekîneyên me bi çekên giran wesayîta zirxî ya Ejder kirin hedef. Wesayîta zirxî agir girt û îmha bû, 2 polîsên tîmên taybet jî hatin kuştin. Yekîneyên me di 6 çalakiyên sûîqestê de 6 polîsên tîmên taybet kuştin.

Yekîneyek me yê cuda jî 2 polîsên tîmên taybet hedef girtin û kuştin. Di çalakiya sabotajê de jî hejmara zelal a kuştî û birîndarên çeteyên Qesrê nehatin zelalkirin.”