Li Amedê û Êlihê li aqûbeta windayan hate pirsîn û Rewşa Awarte hate şermezarkirin. Malbatan û parazvanên mafê mirovan xwestin ku zûzûka bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk were.
Çalakiya rûniştinê ya ku her heftê bi pêşengitiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan pêk tê vê heftê jî li ber Parka Koşuyoluyê pêk hat. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD’ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, MEYA-DER’ê û xizmên windayan amade bûn. Di rûniştinê de li aqûbeta Mehmetcan Ayşîn hate pirsîn ku sala 1994’an li Licê ya Amedê hatibû binçavkirin û ev 22 sal in agahî jê nehatiye standin.
Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Racî Bilicî li vir axivî û got, "Darbe, bila siyasî, sivîl an jî leşkerî bin, li dijî kê hatibe kirin bila bê kirin, îmhakirina heq û azadiyê yên sereke ne. Em bang li desthilatdariya siyasî dikin, ji bo ku careke din darbeyên bi vî rengî çênebin bila pêşiya vê were girtin. Pêşiya vê jî encex bi demokrasiyê dikare were girtin. Bi amadekirina destûreke bingehîn a li ser heqê mirovan dikare pêşî lê were girtin."
KEÇA WÎ ÇÎROK VEGOT
Di çalakiyê de keça Mehmet Ayşîn, Ayşe Ayşîn çîroka bavê xwe vegot û got, "Bila Xwedê heqê me ji kesekî re nehêle!"
ÊLIH
Li Êlihê malbatên windayan û parazvanên mafê mirovan hatin cem hev û li Kolana Gulîstanê li aqûbeta windayan pirsîn.
Cîgirê Serokê Giştî yê Şûbeya ÎHD’ê Îlyas Tarim diyar kir, ji ber sedema ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk nayên ew di nava fikaran de ne û got, ji bo siberoja gelan pir girîng e ku kêlî beriya kêliyekê hevdîtin were pêkanîn.
Sekreterê Şûbeya ÎHD’ê Devran Yildiz metna daxuyaniyê xwend û di dawiyê de diyar kir, "heya ku kiryar werin girtin û cezakirin çalakiyên me yên bi vî rengî wê dewam bikin."
NAMEYA DAYIKÊ XWEND
Yildiz nameya dayik Raziya Ay ku ji bo kurê xwe nivîsîbû xwend. Kurê Raziye 10’ê Tîrmeha 1993’an hatibû girtin û ji hingê ve ti agahî jê nîn in.
Nameya ku Raziya Ay ji bo kurê xwe nivîsîbû wiha diqede: "Ev 23 sal in bi vê êşê ez jiyam, niha qet nebe dixwazim goreke min hebe, ez hestiyên kurê xwe dixwazim."