Xebatkarên Şaredariya Amedê dest ji kar berdan

Ji ber ku Hevşaredar û amîrên beşên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin, xebatkarên şaredariyê dest ji kar berdan.

Ji ber ku Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli û amîrên beşên kar ên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin binçavkirin, xebatkarên şaredariyê îro danê sibehê dest ji kar berdan.

Di çarçoveya vê çalakiyê de otobusên şaredariyê nexebitîn, karkerên paqijiyê jî çop nedan hev. Li gorî agahiyan, personel wê tevlî çalakiya 'dest nede vîna min' a saet 11:00 bibin.

Navên xebatkarên şaredariyê yên di çalakiya duh de hatin binçavkirin, bi vî rengî ne:

"Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Midûrê Giştî yê DÎSK'î Kemal Bûlûş, Serokê Daîreya Înşaet û Razemeniyê Harûn Vûral, Endamê Meclîsa Şaredariyê Nadîr Bîngol, Şefê Îqmala Makîneyê ya Şaredariya Bajarê Mezin Fîkret Fîdan, Midûrê Şaxê Kontrolkirina Ava Qaçax Nejat Akyuz, xebatkarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sûltan Şafak, Firat Duzgun, Hafnaz Sadat, Ahmet Balda, Gulîstan Ensarîoglû, Rifat Ronî, Nûrettîn Bolkan, Haci Çetîn, Halîme Narinç, Îskender Demîr û Gulseren a paşnavê wê nehat zanîn."