Şervanên YPG/YPJ’ê ji aliyê deh hezaran ve hatin oxirkirin

Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Songul Kurt û cenazeyên şervanên YPG'ê Îsmaîl Dere û Seraceddîn Çelîk ên li Til Temir û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Geverê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin.

Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Songul Kurt û cenazeyên şervanên YPG'ê Îsmaîl Dere û Seraceddîn Çelîk ên li Til Temir û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Geverê ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin definkirin. Cenazeyên şervanan bi strana "Kobanê îro xemgîne" hatin definkirin.

Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Songul Kurt (Hêvî Gever Marînos) û cenazeyên şervanên YPG'ê Îsmaîl Dere (Ciwan Şiyar) û Seraceddîn Çelîk (Qehreman Gever) ên 16-22'yê Gulanê li Til Temîr û Hesekê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji Amedê anîn Geverê. Bi hezaran kesan li ser Pira Şakîtan cenaze pêşwazî kirin û bi konvoyeke qelebalix ber bi navçeyê ve derxistin rê. Di ketina navçeyê de welatiyan bi dirûşma "Şehîd namirin" cenaze pêşwazî kirin.

'KOBANÊ ÎRO XEMGÎN E'

Polîsan bi wesayîtên zirxî pêşiya konvoya cenazeyan li ser Pira Abdullah Canan girt û destûr neda bikeve navçeyê. Piştî hevdîtinan tu encama nehate girtin konvoya cenazeyan bi ser Qada Azadiyê ket navçeyê û esnafan dikanên xwe girtin û tevlî girseyê bûn. Girseyê darbestên bi alên TEV-DEM'ê hatin pêçandin wegirtin û bi strana Viyan Peyman a "Kobanê îro xemgîn e" birin Mizgefta Qişlayê. Li ber mizgeftên demên hestiyar çêbûn.

GIRSEYÊ DAIŞ Û ERDOGAN LANET KIR

Piştî wecîbeyên olî cenaze careke din hatin wergirtin û bi meşê birin goristana Ormanê. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şervanan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê û pankarta "Sînorê Kurdistanê bi çek û xwînê tê diyar kirin, ne bi gotinan! Şehid namirin" hate hilgirtin. Di meşê de deh hezaran kesan DAIŞ û Serokkomarê Tirk Erdogan lanet kirin.

LI ŞEHÎDGEHÊ MERASÎMA LEŞKERÎ

Di ketina şehîdgehê de bi hezaran kesên ji taxan hatin cenaze bi dirûşmên, "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana Kobanê" pêşwazîkirin. Li şehîdgehê hejmara girseyê 30 hezarî derbas bû. Endamên YDG-H û YDGK-H'ê li şehîdgehê ji bo cenazeyan merasîma leşkerî li dar xist. Piştre siruda "Çerxa Şoreşê" xwendin û rêzgirtin pêk anîn. Li ser navê ciwanan daxuyanî hat xwendin û hate gotin ku ew xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.

'RÊYA WAN RÊYA ME YE'

Cenaze bi dirûşma "Şehid namirin" hatin definkirin. Piştî karên definkirinê nûnerê MEYADER'ê yê Geverê Cengîz Ortaç axivî û diyar kir ku di rojên dawî de her roj cenaze tên navçeyê û wan şehîdan ji bo pêşeroja gelê Kurd têkoşîn meşand. Namzeta HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak jî diyar kir ku şehîdên Kurdistanê bi tîpên zêrîn navê xwe li dîrokê nivîsandin û wiha got: "Rêya wan rêya me ye, doza wan doza me ye. Em ê mîrateyê wan ji me re hêlan heya dawiyê biparêzin û hê bilind bikin."

Li ser navê malbatan bavê Şervana YPJ'ê Kurt Salîh Kurt axivî û diyar kir ku her sê ciwan jî yên Kurdistanê ne û wiha got: "Serê Rêberê Apo sax be."

Piştî karên definkirinê girse ji goristanê veqetiya û hate zanîn ku li taxên Orman û Gungorê wê 3 rojan sersaxî bên qebûlkirin. Rêxistinên HDP û DBP'ê jî bang li esnafan kir ku dikanên xwe vekin û li gel vê yekê esnafan dikanên xwe venekirin.