Sariyildiz: Bi van polîtîkayan welêt ber bi şer ve dibin

Dewleta Tirk ku li Cizîrê careke din qedexeya derketina kolanan îlan kir, ji aliyê Cizîriyan ve tê protestokirin.

Dewleta Tirk ku li Cizîrê careke din qedexeya derketina kolanan îlan kir, ji aliyê Cizîriyan ve tê protestokirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî rewşa dawî ya li navçeyê agahî da ANF’ê banga ‘Dest ji polîtîkaya şer berde’ da hikûmeta AKP’ê.

Li Cizîrê vê êvarê li taxên Yasef û Nûr careke din derketina kolanan hat qedexekirin. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê têkildarî qedexeya derketina kolanan axivî diyar kir ku wê desthilatdarî ji polîtîkayên şer ti encaman bi dest nexe. Sariyildiz ê pêşketinên rewşa dawî ya li Cizîrê ragihand got: “Bi qedexeyên derketina kolanan, bi qedexeya hê li Nisêbînê didome li hember gel bi awayekî aşkera komkujiyek tê pêkanîn. Wer tê dîtin ku niha Cizîrê di bin tehdîda komkujiyê de ye.Ev polîtîka welêt ber bi şerekî ve dibe. Ev polîtîka wek komkujiyeke li hember gelê me xuya dike. Dibe sedema xwîn birije. Dibe sedem ku gelê me bi hêrs tijî bibe. Pêwîst e tavilê dest ji vê polîtîkayê bê berdan. Ji ber heta niha ti encam ji vê polîtîkayê nehatiye girtin. Yekane encam; xerakirina mal û xaniyên gel bû. Qetilkirina zarok, ciwan û ixtiyarên gel bû. Cihê şîdet lê feydeyê nade kesî. Di serî de desthilatdariya despotîk a ji şîdetê heviyan dike, divê tavilê dest ji vê polîtîkayê berde.”