Rektora ji aliyê AKP'ê ve hatibû wezîfedarkirin, ji darbekariyê hat girtin

Ayşegul Jale Saraç a ji aliyê AKP'ê ve ji bo rektoriya Zanîngeha Dîcleyê hatibû wezîfedarkirin, ji ber hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna piştî hewldana darbeyê hat destpêkirin de, Rektora Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç bi hinceta têkiliya xwe bi Civata Gulen re heyet, ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Saraç, di hilbijartinên rektoriyê de tevî ku bûbû sêyemîn jî, ji aliyê AKP'ê ve weke rektor hatibû wezîfedarkirin.

Prof. Dr. Ayşegul Jale Saraç jî, beriya niha ji ber îhaleyên ne li rê yên da Galîp Ensarîoglû yê AKP'yî, ketibû rojevê.