Li Silopiyayê qursên zimanê Kurdî hatin destpêkirin

Navenda çand û hûner a Şaredariya Silopiyayê dest bi qursên perwerdehiyên zimanê Kurdî kirin.

QURSÊN ZIMANÊ KURDÎ

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê navenda çand û hûner a Şaredariya Silopiyayê dest bi qursên perwerdehiyên zimanê Kurdî kirin. Hevşaredarên Silopiyayê, parlamenterên bajêr, saziya KESK û ÎHD û gelek welatî tevlî vekirina qursa ziman bûn. Şagirt, mamosteyên Kurdî û beşdervan bi kincên xwe yên Kurdî tevlî vekirina qursên zimanê Kurdî bûn.

Di bernameyê de Mamosteyê zimanê Kurdî Mûslûm Ergîn axivî. Ergîn bal kişand bi ser giringiya ziman û wiha axivî:” Giringiya ziman hem de dîroka Kurdıstanê û hem jî dîroka cîhane de eşkere ye. Ji bo ku em ji ziman re xizmet bikin me pewîstî bi xebaten bi rengî dît. Li gel destpêkirina qursên me bi rastî ji gelê me eleqeyeke mezin nîşan dan û gelek kesan serî li me dan û daxwaz kirin ku perwerdehiya bi zimanê Kurdî bibînin. Ev jî nîşanî me dide ku hişmendiya çand û ziman di nav gelê me de heye. Beriya niha me di bin sîwana saziya me KURDÎ-DER’ê de xebaten xwe dan meşandin û îro jî em li vir didin meşandin. Ji bo ku em giringiya ziman nîşan bidin û nedin jibîrkirin em li vir in.Em bang dikin ku herkes bê serî li çand û hûnera Eyşe Şanê bife û fêrî zimanê xwe bibe. Em ê her dawiya hefteyê de perwerdwhiya ziman bidin. Em bang dikin ku kesên ku serî li me nedane serledanê qursên me bikin. Em li vir amadene ku gelê xwe bi zimanê kurdî perwerde bikin. “

Piştre mamosteyê Kurdî Aydin Denîz axîvî. Denîz jî bal kişand li ser pêwîstiya bi perwerdehiya ziman kir û got: “8 sal beriya niha saziya me ya KURDÎ-DER hate girtin. Piştî 8 salan em îro dikarin di bin boneya şaredariyên xwe de qursên zimanê Kurdî vekin. Ev keyfxweşî û şaneziyeke mezine. Em dibêjin rojên me hemû Kurdî û Kurdewarî be. Zimanê Kurdî ewqasî dewlemende ku îro di asta cîhanî de rêza 10’emîn de tê dîtin. Lê mixabin heta roja îro nehiştine ku bibin zimanê fermî. Lê em sozeê didin pêşeng û lehengên ku bêderfetiyê perwerdehiyên bi ziman dane û heta roja îro ne em ê zimanê xwe jibîr nekin û têkoşîna wê bidomînin.”

Piştî axiftinan perwerdehiya bi ziman hate dayîn. Di dawiya perwerdehiya ziman de vekirina qursên zimanê Kurdî bi govend girtinê hate pîrozkirin.