PJAK: Serketiyên sedsala 21'an wê Kurd bin!

Hevserokê PJAK'ê Mûînî diyar kir, ew ê heta azadî û rizgariya gelê xwe têbikoşin û got, "Ku dev ji hesabên biçûk, nêzîkatiya dogmatîk û xweferzkirinê berdin, serketiyên sedsala 21'an wê Kurd bin."

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Mûînî bal kişande ser rista gelan ku wê di serdema nû de bi cih bînin û got, "Bêyî ku em tawîzan bidin heta ku em azadî û rizgariya gelê xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin." Mûînî diyar kir, "Ku dev ji hesabên biçûk, nêzîkatiya dogmatîk û xweferzkirinê berdin, serketiyên sedsala 21’an wê Kurd bin."

Hevserokê PJAK'ê Siyamend Mûînî bersiv da pirsên ANF'ê.

Ji mêj ve ye ku hûn di nav Tevgera Azadiya Kurd de bi awayekî çalak dixebitin. Tu li derdoreke welatparêz gihaştî?

Malî ava. Rast e, ez li nav malbateke welatparêz ji diya xwe bûm û mezin bûm. Di nav vê çarçoweyê de bavê min, du apên min û meteke min di têkoşîna Kurd de ji bo gel canê xwe dan. Ez giringiya jiyanê di têkoşîna rizgar û azadiya gel de dibînim. Di serî de li cografyaya ku ez lê dijîm li dijî hemû dîktatoran di nav têkoşînê de me. Ez xizmeta xwe ya di rêya gel de didomînim. Di têkoşîna Kurdan de bapîrê min di rêxistina JKE’yê de li Mehabadê Wezîrê Karê Hundir bûç. Ez dixwazim nêzîkatiyeke giştî ya malbata xwe par ve bikim; di nav têkoşîneke wiha de ne ku têkoşîna azadiya Kurd ji xwe re esas digirin. Di vê rêkê de me can dane û em ê bidin jî.

PJAK’ê kongreya xwe ya 5’an li dar xist, li gorî dema bihurî çi guherî?

Helbet di pêvajoyeke wiha de ku Rojhilatê Kurdistanê û Rojhilata Navîn jê derbas dibe, pêkanîna kongreyê serkeftinek e û ji gelek hêlan ve bersivek e. Nîqaş hatin kirin bê ka ev pêvajo çawa dikare were nirxandin û di serdema pêş de em dikarin risteke çawa bilîzin. Di encamê de hin biryar me standin. Li ser mekanîzmaya gelên demokratîk hin nîqaş hatin kirin. Di kongreya me de li ser navenda rizgarî û azadiya gelan hate pêkanîn, nîqaşên kûr hatin kirin. Di encama vê de di serî de hevserokên me, rêveberî guherîn. Bi vê re, rengê jinê jî di serdema nû de dewlemendtir bû. Li Rojhilata Navîn û dinyayê hûn nikarin rêveberiyeke wiha ku rengê jinê lê xurt e bibînin. Ji bo vê jî rêveberiya me mînakek e. PJAK di rizgariya gelan de û di pêkanîna wê mekanîzmayê de ku gel bikaribin xwe bi xwe bi rê ve bibin wê ristekî girîng pêk bîne. PJAK ku berê jî xebatên siyasî dikir, piştî vê kongreyê wê xebatên xwe ji hêla siyasî û îdeolojîk ve bidomîne.

Çavdêriyên wê li ser bandora polîtîkayên we yên li ser Rojhilatê Kurdistanê û dewleta Îranê çi ne?

Li gorî berpirsyarî û peywirên ku arasteyî dewleta Îranê li me hatine kirin, heta ku em zemîna azadî û rizgariya gelan pêk bînin têkoşîna me wê berdewam be. Di vê mijarê de helbet li ser gelê me polîtîkayên zext û zordariyê, qirêj têne meşandin; em ê destûrê nedin vê li dijî vê têkoşîna me bêyî ku em hilmekê jî navberê bidinê wê domdar be. Li ser vê navendê planên me hene hem li ser Rojhilata Navîn û hem jî li ser Rojhilatê Kurdistanê. Li ser vî esasî rêya sêyem ku  em diparêzin, rêveberiya xweser a demokratîk e ku dînamîk e yekîtiya gelan, azadî û rizgariyê ye. Li ser vê zemînê em bang geşkirina têkoşînê dikin. Em weke pêşengên gelan em ê bibin pêşengên guherînê. Li dijî hemû bêedelatî, zext û zordariyan û neheqiyan em ê bibin parêzvanên gelan û weke pêşeng li ber xwe bidin. Ez vê hişkere dibêjim; heta ku dewleta Îranê heqê gelan ê xwerêveberinê nede, em ê hewl bidin bi têkoşîna xwe xweseriya demokratîk ava bikin. Em weke hêza pêşverû ya vê pergalê li Rojhilata Navîn, em weke qadroyên pêşeng ên gelan, bêyî ku em tawîzê bidin, heta ku em azadî û serfiraziya gelê xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Dema ku em destketî û rewşa heyî bînin ber çav talokeyên ku diyar dibin çi ne?

Pêvajoya heyî çawa ku bandorê li hemû Kurdistanê dike li Rojhilatê Kurdistanê jî dike. Divê em vê pêvajoyê baş analîz bikin û li gorî vê jî bibin xweyî pozîsyonekê. Li ber çav şerek heye. Ev şer di serî de li Kurdistanê, li hemû Rojhilata Navîn berdewam dike. Li vir heke mirov dêhna xwe bidiyê, tirsek li serdestan peyda bûye. Hewl didin ku sînorên xwe biparêzin. Li hêla dî jî hin aktor hene ku li pey hesabên xwe en. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Hin hêmanên girîng hene ku me diyar kirine. Tê xwestin ku bi v îşerî Rojhilata Navîn ji nû ve were dîzaynkirin. Helbet ev rewş ji bo me Kurdan encamên pir cihê derdixîne holê. Kurd ku yek bin dikarin bibin aktorê pêşeng ê şoreşê ji bo gelên Rojhilata Navîn. ’Ku dev ji hesabên biçûk, nêzîkatiya dogmatîk û xweferzkirinê berdin, Kurd dikarin destketiyên mezin bi dest ve bînin û bibin serketiyên sedsala 21’an.  Divê her kes vê baş bizanibe, di van rojan de ku em avaniya demokratîk a yekîtî û hevgiriyê pêk tînin, di sedsala 21’ê de em ê bibin pêşengê gelan."