'Peymana Lozanê bû fermana Kurdan'

Gerîlayên HPG'ê bal kişandin ser parçekirina Kurdistanê bi peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hat îmzekirin û destnîşan kirin, ku ev peyman dijminatiya li gelê Kurd e.

Gerîlayên HPG'ê Kawa Serhed û Serhildan Makû, li ser peymana Lozanê ya di 24'ê Tîrmeha 1923'an de hat îmzekirin, ji ANF'ê re axivîn.

Gerîla Kawa Serhed bal kişand ser şert û mercên herêmê yên beriya îmzekirina peymana Lozanê û diyar kir, di wê demê de gelek civak bi hev re dijiyan, lê piştî şerê 'rizgarkirinê' bi tinehesibandina hemû gelên ji bilî Tirkan re, biratiya gelan jî ji holê rabû.

PEYMAN BÛ FERMANA KURDAN

Serhed da zanîn, ku di çarçoveya siyaseta Îngilîzan de, herêm hat parçekirin, gelên bi hev re dijiyan ji hev hatin qutkirin û got, "Yên ku herî zêde zerar dîtin, Kurd bûn."

Gerîla Serhed diyar kir, peymana di 24'ê Tîrmeha sala 1923'an de li Lozanê hat îmzekirin, bi ti awayî bi kêrî Kurdan nehatiye û wiha dewam kir: "Mirov dikarin bêjin ev peyman bû fermana Kurdan. Civaka Kurd bi vê peymana Lozanê re ji hev hat qutkirin û hat belavkirin."

PEYMANA LOZANÊ PARÇEBÛNA KURDISTANÊ FERMÎ KIR

Gerîlayê HPG'ê Serhildan Makû jî da zanîn, ku bi peymana Lozanê re parçebûna Kurdistanê fermî bû û destnîşan kir, ku aliyekî erênî yê vê peymanê nîne.

Makû ragihand, li Lozanê Kurd tine hatine hesibandin û li qada navneteweyî têgihiştineke weke 'êdî Kurdistan nîne' hatiye afirandin.

Makû da xuyakirin, ku tevgerên Kurd ên ji dema peymanê heta niha derketine holê, ji ber marjînal man e, lê belê Tevgera Azadiyê PKK a ku li ser têgihiştina yekparebûna Kurdistanê derket holê, bû tevgera herî zêde bandorê li Rojhilata Navîn dike.

Makû destnîşan kir, ku taybetmendiyeke din a tevgera azadiyê ew e, ku li ser dijîtiya gelên din nehatiye avakirin û ragihand, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî neteweperestiya li Lozanê hat afirandin, têkoşînê destpê kir.

...