BI DÎMEN

Pêşmergeyên Dêrîn serdana HPG'ê kirin

Pêşmergeyên Dêrîn, ji bo spasiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, serdana hêzên HPG'ê yên li Kerkûkê kirin.

Pêşmergeyên Dêrîn, ku ji bo azadiya Kurdistanê bi salan şer kirin, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelat û spasnameya rêzdariyê radestî fermandarê HPG'ê yê li Kerkûkê Şoreş Cesûr kirin.

Li gundê Neafilê li cîgeyê sengerên pêş ên ku bi 2 kîlometreyan dûrî navenda Kerkûkê ye pêşmergeyên Dêrîn serdana gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) kirin. Bi qasî 60-70 pêşmergeyên Dêrîn ên ji bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê hatin serdana gerîlayên HPG'ê yên li Kerkûkê. Serdana pêşmergeyên Dêrîn ji aliyê gerîlayên HPG ve bi kêfxweşiyeke mezin hate pêşwazîkirin. Piştî ku ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin, li ser navê pêşmergeyên Dêrîn Serokê Liqî (bask) Şarbajêrî Dukan ê Pêşmergeyên Deverekan Osman Sêderî axivî. Sêderî destpêkê ji bo hatina gerîlayan li qada Kerkûkê spasyên xwe vegot. Di domahiya axaftina xwe de Sêderî ev anî ziman; "Ev 18 sal û hejdeh roj e ser Serok APO  di bin zexteke giran de ye. Lê divê dijminê Kurdan baş bizanibin bi hezaran fedaiyên Serok APO îro hene. Îro li qada Kerkûk em û şervanên Serok Apo li cem hev li qada cengê de ne." Osman Sêderî di der barê pênaseya terorîst de jî wiha axivî; "Ji şervanên Kurd re dibêjin terorîst! Lê îro bi tenê yê ku li hember terorîzmê şer dike ev şervanan in. Li hember terorîzma DAIŞ'ê bi tenê Kurd sekinînin."

'PÊWÎSTÎ BI FERMANDARIYA HEVBEŞ Û KONGREYA NETEWEYÎ HEYE'

Fermandarê HPG ê Kerkûkê Cesûr Şoreş piştî ku xêr hatin li pêşmergeyên Dêrîn kir axivî û got; "Di demeke wiha awerte de ku li ser Kurdistanê êrîşên mezin hene serdana pêşmergeyên Dêrîn ê ku bi salan ji bo azadiya Kurdistan ked dane û şer kirine ji bo me kêfxweşiyeke mezin e. Em hêvîdar in ev serdana hêja wê bibe wesîleya Kongreya Neteweyî û yekitiya gelê Kurd. Ji ber ku îro derfetên rizgarkirina Kurdistana mezin hene." 

Cesûr Şoreş bal kişand ser girîngiya demê û da zanîn ku pêwîstî fermandariya hevbeş û Kongreya Neteweyî heye. Şoreş wiha pêde çû, "Hêzên Kurdan û rêxistinên Kurdan hene. Eger em bi şêweyekî bi pergal ji bo berjewendiyên hemû Kurdistanê karibin hêzên lêşkerî û rêxistinên xwe bikin yek wê destketiyên mezin çêbibin. Çawa ku li hember DAIŞ'ê gelê Kurd bi pêşmerge, bi gerîla ve li ber xwe da, şer kir û hişt ku di roja îro de DAIŞ ber bi xilasbûnê ve biçe ku ev nimûneyeke zor girîng ê berxwedaniya gelê kurd e. Eger ku hêzên leşkerî di bin sîwanekî de karibin fermandariyek neteweyî ava bikin wê zortirîn hêza xwe ya îro mezin bikin."

'JI BO HEVALÊ TÊKOŞER SEROK APO'

Di nava serdanê de li ser navê pêşmergeyên Dêrîn Osman Sêderî û Kenan Şêx Cigirî xelata rêzdariyê û spasnameya rêzdariyê radestî endamên HP'ê kirin. Li ser spasnameyê ku wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heyî  wiha hatibû nivisîn; "Spasname û rêzlênan, ji bo hevalê têkoşer û Rêberî Gelî Kurdistan Abdullah Ocalan. Bi boneya 18 saliy girtinî heval Apo di gel ku berxwedêr e û her tim pêşeng û rêber bûye ji bo gihîştina hedef û hêviyên gelên Kurdistan di Rojhilata Navîn de ku ew jî bidesthanîna mafî çarê xwe nivîsandin ji bo gelî Kurdistan. Em wekî pêşmergeyê Dêrîn ên Kurdistanî Başûr bi navî Liqî Şarbajêrê Dukan bi heqî xwe dizanin ev rêzlênandina pêşkeş bi te yî qehreman bikin." 

Serdana pêşmergeyên Dêrîn bi xwendina helbestên li ser şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sohbeta germ a di navbera gerîla û pêşmergeyên Dêrîn de bidawî bû. 
Tê zanîn di 3'ê Sibata 2017`an de peşmergeyên Dêrîn serdana Qendîlê kiribûn û helwesta xwe ya li hember birakujiyê jî eşkere kiribûn.