LEZGÎN

Pêngava Tebqayê: Êrîşa çetayan a li ser Taxa Îskenderiyê hat şikandin

Şervanên QSD′ê êrîşa çeteyên DAIŞ′ê ya li ser Taxa Îskenderiyeyê şikandin û 2 çeteyên xwekuj hatin kuştin.

Pêngava rizgarkirina bajarê Tebqayê ya ji çeteyên DAIŞ’ê didome ya ku ji aliyê Şervanên QSD'ê hatibû destpêkirin


Çeteyên DAIŞ′ê îro di saet 15.00’an de êrîşî noqteyên şervanên QSD′ê yên li Taxa Îskenderiyeyê ya bajarê Tebqayê kirin.  Bi bersivdayina şervanên QSD'ê re şer derket. Di şer de yê ku 3 saetan berdewam kir, êrîşa çeteyan hat şikandin.


5 çeteyên xwekuj yên ku di malekê xwe vedişartin, 2 jê hatin kuştin û 3 jî reviyan.
Li aliyê din çeteyan di saet 17:15’an de jî hewl dan ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan bikin. Şervanan li wesayîtê dan û wesayît bêbandor kirin.


Di şer de 2 şervanên QSD'ê bi sivikî birîndar bûn û êrîşa çeteyan ya li ser Taxa Îskenderiyeyê hat şikandin.